Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Yikîtiya demokratîk pêwistiyeke dîrokî ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji koneransa “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” re peyam şand û got: “Yekitiya demokratîk, pêwîstiyeke dîrokî ye. Civandina kongreya neteweyî ya demokratîk a berfireh, ji bo aqilê hevpar û îradeya hevpar derkeve holê, peywireke lezgîn e.”

Konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Amedê didome. Konferans, li Eywana Konferansan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansê re şand.
Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Hîlmî Aydogdu peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê wiha ye:
Domandina hebûna xwe ya gelekî, yekser girêdayî hêza veguherînê ya li gorî rastiyên serdemê ye. Tu avadaniyeke civakî ya ku nekarî xwe biguherîne, veguherîne û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava bike, nikare mayinde bibe.
Gelê Kurd, ji ber polîtîkayên înkar, tunekirin û zextê ya bi salan e didomin, ji derfetên bicihanîna vê veguherînê ya di rêgeheke xwezayî de bêpar hatiye hiştin. Meseleya esasî ya niha li pêşiya me disekine ev e; dê civaka kurd çawa bigihîje asta civakeke hemdem.
Kurd; bi dîrok, ziman, çand û teşeya civakî rastiyek e. Dema di qadên siyaset, aborî, tenduristî û çandî de karibû vîna xwe raber bike, wê demê dikare vê rastiya xwe bidomîne. Ev jî, tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e. Civakeke demokratîk, pêwîstiya xwe bi avakirineke zanetî heye. Ev avakirin ne bi tundiyê ne jî bi zextê dikare çêbibe. Bi rêxistiniyeke civakî ya pir alî ya li ser bingeha siyaseta demokratîk û hiqûqê pêkan e. Bingeha vê pêvajoyê jî, ji nû ve nirxandina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî van esasên demokratîk e. Demokrasî, tenê dikare li cihekî zor û zextî lê tune ye, bijî.
Lewre jî Kurd, mecbûr in ku avadaniya xwe ya nû ne tenê li dijî derve, di heman demê de di têkiliyên navxweyî de jî van rêgezên demokratîk esas bigirin. Hewceye em di têkiliyên bi netewe-dewletan de çareseriya demokratîk û muzakereyê biparêzin, di têkiliyên navxweyî de jî ne tundiyê, siyaseta demokratîk û hiqûqê esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk, ji muzakereya demokratîk derbas dibe.
Yek ji pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd, pirsgirêka yekitiyê ye. Lewma yekitiya demokratîk, mecbûriyeteke dîrokî ye. Ji bo aqil û îradeya hevpar derkeve holê, civandina kongreya yekitiya demokratîk a berfireh peywireke lezgîn e. Kurd, li welatên lê dijîn bi rêya muzakereya demokratîk li çareseriyê digerin û divê di pirsgirêkên navxweyî de jî heman rêbazê bi kar bînin.
Lê pergala têkiliyên teng ên eşîrtî, qebîletî û nêzikatiyên teng ên civakê parçe dikin, li pêşiya vê pêvajoyê weke astengiyeke pir mezin disekine. Vê zîhniyetê tevna civakî qels kiriye û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye. Heta ku em bi vê rastiyê re hevrû nebin, avakirina yekitiyeke demokratîk jî ne pêkan e. Avakirina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên navxweyî li pey xwe hiştî û xwe dispêre rêzgirtina li hemberî hev a aliyan pêkan e. Rêya vê jî ew e ku di her qadên jiyanê de rêgezên demokratîk esas werin girtin. Ji bo ev feraset gav bi gav di nava civakê de belav bibe, di serî de rêxistinên siyasî, ev peywira me ya herî girîng a serdema pêş e.
Serdema pêşiya me, ji hêla gelê Kurd ve serdema jinûve avakirinê ye. Bingeha vê avakirinê jî dê yekitiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava li ser vê bingehê tê avêtin, dê pêşeroja me ya hevpar ava bike.
Ez we tevan bi hezkirin û rêza xwe ya bêdawî silav dikim
Abdullah Ocalan
Îmrali”

