Rejîma Îranê 13 kesên din bi dar ve kir
Rejîma Îranê, li 10 girtîgehan 13 kesên din darve kir. HRANAyê ragihandine ku rejîma Îranê sibeha şemiyê li girtîgehên bajarên cuda yên welat herî kêm 13 kes bi darve kirine.

HRANAyê raporek parve kir û destnîşan kir ku li girtîgehên Xoremabad, Sine, Dezfûl, Elîgûderz, Kirmaşan, Yasûc, Nehavend, Zahedan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karaj a Tehranê 13 kes bi dar ve kir. HRANAyê da zanîn ku kesên hatine bidarvekirin, ji aliyê dadgehên bi ser rejimê ve bi sûcên "hişbir" û "kuştinê" hatine darizandin.
Rêxistina mafên mirovan nasnameya 10 kesên hatine bidarvekirin piştrast kir. Li gorî vê yekê, di nav kesên hatine îdamkirin de navên wekî Elî Feza Xoşneşîn, Ferşad Şeyxî, Evîn Surxî, Cefer Feryadî, Elî Serlekabad, Soşa Muradî, Behzad Meşayexî, Mihemed Elî Seîdlû, Murad Golî û Ebûlfezl Neqevî hene. Hat diyarkirin ku xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya sê kesên din berdewam dikin.
HRANAyê da zanîn ku li Îranê di navbera 1ê Çileya 2025an û 1ê Çileya 2026an de herî kêm 2 hezar û 63 kes hatine bi darvekirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniya meha borî de diyar kir ku rejima Îranê înfazan wekî "amûreke tirsandin û çewisandina bi destê dewletê" bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev polîtîka bi taybetî li ser kêmneteweyên etnîkî û koçberan bandoreke nehevseng ava dike.
Rêxistinên mafên mirovan bang li raya giştî ya navnetewî dikin ku ji bo rawestandina darvekirinên zêde yên li Îranê gavên bi bandortir û şênber biavêjin.


