Rejîma Îranê 5553 mirov binçav kir
Rejîma Îranê ji 28ê kanûna 2025an heta niha zêdetirî 50 hezar kesan binçav kir. Rêxistina HRANA dane kom kir û da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 50 hezar û 553 xwepêşander hatine binçavkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 6 hezar û 872 kes hatine kuştin. HRANA da zanîn ku rejîmê di çalakiyan de 50 hezar û 553 xwepêşander binçav kirin û hezar û 21 xwepêşander birîndar kirine.
HRANA diyar kir ku di nav kesên hatine kuştin de 156 jê zarok hene, 214 kes jî endamên hêzên rejîma Îranê, 109 xwendekarên zanîngehê bûn û 59 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn.


