Rejîma Îranê 6 hezar û 509 kes kuştin

HRANA di rapora xwe de diyar kir ku Rejîma Îranê di 48 rojan de, 219 jê zarok 6 hezar û 509 kes,kuştine.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 6 hezar û 509 kes kuştin

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) rapora 48 rojên li ser xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê dest pê kirin û li seranserê welêt belav bûne, weşand. Li gorî raporê, hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 7 hezar û 8 kesan ku 214 ji wan hêzên rejîmê û 66 jî sivîlên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne. 

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya der barê çalakiyên li Îran û Rojhilatê de eşkere kir. HRANA da zanîn ku 11 hezar û 703 mirin hê tên lêkolînkirin. HRANA detsnîşan kir ku hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 845an û bi giştî 139 jê xwendkear 53 hezar û 344 kes hatine girtin.