Rejîma Îranê 6 hezar û 628 kesan kuşt

Li gorî rapora binpêkirina mafên mirovan a HRANAyê, di protestoyên li Îran û Rojhilat de, 6 hezar û 628 xwepêşandar ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 6 hezar û 628 kesan kuşt

Rêxistina Mafên Mirov a HRANAyê amarek nû li ser kuştin, birîndarkirin û binçavkirinên di dema xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de belav kir.

 Li gor amarên HRANAyê, ji despêka xwepêşandanan ve ango ji 28ê kanûna 2025an ve 6 hezar û 842 xwepêşander hatine kuştin. 49 hezar û 70 xwepêşander hatine binçavkirin. Herwiha 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine kuştin de 146 ji wan zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne, 214 kes ji wan jî endamên hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê ne, 57 kes jî welatiyên ku tev li xwepêşandanan nebûne ne.

Di rapora ku hat belavkirin de tê gotin ku mirina 11 hezar û 280 kesan jî bi guman e. Herwiha Rejîma Îranê ji bo îfade gazî 11 hezar û 46an kiriye. Hat ragihandin ku ji 296 kesan jî bi darê zorê îfade hatiye girtin.