Rejîma Îranê di mehekî de 350 kesî darvekir

Kapanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku li Îranê di nava mehekê de zêdetirî 350 kes hatine darvekirin.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê di mehekî de 350 kesî darvekir

Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya 109an de derbarê darvekirinan de daxyanî da. Li gorî daxuyaniyê merasîmên çileyên xwepêşanderên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê weke sembola nerazîbûnan lê hatiye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di merasîman de li dijî desthilatê diruşme tên avêtin û kesên hatine kuştin têne bîranîn.

Banga ‘rê nedin kuştina zarokan’ li mirovahiye hate kirin

Li gorî aktîvîstên kampanyayê di nava mehekê de zêdetirî 350 kes hatine darvekirin. Kampanyayê bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan û azadîxwazan kir ku bibin dengê girtiyan û rê nedin zarok ji aliyê rejîma zalimkar ve bên kuştin. Di daxuyaniyê de bang li hemû malbatên girtiyan hate kirin ku rewşa zarokên xwe yên girtî ragihînin, dengê xwe bilind bikin û li dijî zextên rejîmê xwedî helwest bin.