Rêjîma Îranê ji bo cenazeyan bi malbatan belgeyan didin îmzekirin
Hêzên rejîma Îranê bi çekên giran êrişî xwepêşandanan dikin û ji bo teslîmkirina cenazeyan jî îmzakirina belgeyan li ser malbatan ferz dikin.

Li gorî agahiyên rêxistina HRANAyê binpêkirinên rejîma Îranê li beramberî gelên Îranê û rojhilatê Kurdistanê çekên giran bikartîne û ji bo cenazeyan jî li malbatên wan belgeyan didin îmzakirin.
Rêxistinê HRANAyê destnîşankir ku, ji destpêka xwepêşandanên ku ji 28ê kanûna 2025an destpêkirine ve, 24 hezar 669 kes hatine binçavkirin. 3 hezar 919 kes hatine kuştin, 2 hezar û 109 kes jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku di nava kesên hatine kuştin de 25 zarokin. Her wiha medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 145 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin, daku xwepêşander wek ‘têkder’ pênase bikin.
Herwiha hatiye gotin ku hîna jî gelek cenazeyên xwepêşanderan di nexweşxaneyên tiba edlî de hene. Hêzên rejîma Îranê zext li ser malbatan dikin ku bi bêdengî û şev cenaze veşêrin. Hêzên rejîmê belgeyek ku van mercan qebûl bikin û îmze bikin, didin malbatan. Ger malbatan belge îmze kirin dikarin cenaze wergirin.

