Rejîma Îranê li Bokanê 3 Kes binçav kirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 3 welatiyên Kurd ên bi navê Hêmin Behramî û Soran Erşed ên ji gundê Gilolanî Jor û Kawe Ostwar ê ji gundê Ebas Awa yên Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji...

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê li Bokanê 3 Kes binçav kirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 3 welatiyên Kurd ên bi navê Hêmin Behramî û Soran Erşed ên ji gundê Gilolanî Jor û Kawe Ostwar ê ji gundê Ebas Awa yên Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku her sê welatî bêyî fermana dadweriyê û bi tundiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.

Hêjayî gotinêye ku ji meha Mijdarê ve 45 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û girtin.