Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryara fesixkirinê girt.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryara fesixkirinê girt. Lê tevî biryara fesixê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê berdewam dikin. Ji aliyê din ve jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekildarî pêvajoyê serdanên xwe didomîne. DEM Partî di nava heftê de bi Serokê MHPê Devlet Bahçelî û AKPê re hevdîtin kirin. Piştî serdanên DEM Partî Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş daxuyanî da û destnîşan kir ku dê li meclise komîsyonekê ava bikin. Nîqaşên li ser pêvajoyê li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal tekildarî pêvajoyê û êrişên Tirkiyeyê li ser Herêmên Harastina Medyayê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Remzî Kartal diyar kir ku tevî PKKê xwe fesix kiriyê jî êrişên Tirkiyeyê ranewestiyane û got: “Êriş li dijî pêvajoyê provokasyon e. Sed sal in li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka Kurd qirîzek mezin heye. Îspat bû ku ew mesele bi konsepta lêşkerî, înkar û îmhayê çareser nabe. Dewletê botçeyeke mezin ji bo şer vêqetand lê nekarî encam bigrê. Şerê li Rojhilata Navîn jî ji bo Tirkiyeyê hatiyê asteke xeter. Divê Tirkiye edî pirsgirêka Kurd çareser bike. Heke çareser neke wê ber bi xeterê ve biçe. Rêber Apo jî roleke dîrokî hilgirt û banga dîrokî kir. PKKê jî bersiv da Rêber Apo û got ‘Em ê şer rawestînin’. Lê tevî rawestandina şer jî êrişên li ser hezên gerîla berdewam kir. Tevî vê yekê jî PKKê li ser daxwaza Rêber Apo kongreya xwe li darxist û xwe fesih kir. Lê hem roja kongreyê û hem jî piştî kongreyê êrişan berdewam kir. Bêguman ew êriş li ser pêvajoyê provakasyone. Ji bo pêvajoyê xetereyê. Divê gelên Tirkiyeyê, rewşenbîr, saziyên civakî û hemû kes li dijî êrişan derbikeve. Pêvîstê xebateke siyasî û civakî li dijî êrişan pêk bê. Divê hemû kes li dijî provakasyona êrişan bêdeng nemînin.”
‘Heke azadiya Rêber Apo pêk neyê pêvajo pêş nakeve’
Remzî Kartal bi lêv kir ku ji bo pêvajo biçê serî divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêk bê û axaftina xwe wiha domand: “Pêngava dîrokî ya Rêber Apo dimeşîne ji bo biçe serî, divê aştî pêk bê. Divê civaka demokratîk pêk bê û şert û mercên azadiya Rêber Apo pêk bê. Hem dibêjin em ê xweşîk û biratiya gelên Tirk û Kurd ava bikin, hem jî Rêber Apo li Girava Îmraliyê dilgirtî bimîne. Ev çêna be. Gelê me û tevgera me pir zelal gotiyê ji bo Tirkiye bi rastî jî vê pirsgirêke çareser bike pîvana nêzikatiya dewletê nezikatiya li dijî Rêber Apo ye. Heke nêzikatiya Rêber Apo li ser bingeha azadiyê nebe û Rêber Apo bi awayekî azadiya fizîkî xebatan nemeşînê hem pêvajo pêşnakeve û hem jî bawerî çênabe. Divê AKP vê mesele weke hesabên siyasî negre dest. Hesabê hemû gelên Tirkiyeyê bike. Divê hemû partî tevlî pêvajoyê bibin. Divê AKP weke desthilat li hemû partiyan re rê veke û hemû partiyan tev li vê pêvajoyê bike. Divê wan bike şirîkê Aştî û Civaka Demokratîk. Gava yekem jî şert û mercên azadî ya Rêber Apo ye. Divê mafê


