Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ragihand ku ew amade ye destkeftiyên Şoreşa Rojava û yekitiya pêkhateyan biparêze û diyar kir ku piştgiriyê dide hewldanên çareserkirina tevahî pirsgirêkên Sûriyeyê.

1 deqe xwendin
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Rêveberiya Xweseriya Demokrat a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber binpêkirinên peymanan ji aliyê çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve û êrişên wê yên li ser HSDê duh (18 çile 2026) seferberiya giştî ragihand.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlibûna xwe ya seferberiya giştî ragihand. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên meclisên rêveber, gelan û edaletê ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Beho û Hesen Şero ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi serbilindî û şanazî berdêlên ku şehîdên me yên leheng dane bi bîr tînin. Di heman demê de em têkoşîna tevahî pêkhateyên gelê me silav dikin ku di rewşên zehmet de ku bi hev re ezmûneke demokratîk a pêşeng a xwe dispêre îradeya gelan, jiyana hevbeş û edaleta civakî ava kirine.

Em tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî radighînin. Ji bo parastin gelên me û şoreşa me, ji bo xurtkirina rihê berxwedanê û parastina ax û rumetê ev seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye. Herwiha bi nêzîkbûna salvegera 13emîn ya damezrndina Rêveberiya Xweser re divê ev erk veguhere hişmendî, rêxistinbûyîn û berpirsyariyeke giştî.

Di vê çarçoveyê de em teqez dikin ku em ê pabendî parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û 19ê Tîrmehê ne ku berhema berdêlên mezin û têkoşîna demdirêj a li dijî despotîmz û terorê ye.

Her wiha em radighînin ku em aliyekî çalak û daîmî di her hewldaneke ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên ku Sûriyeyê tê re derbas dibe bimînin. Ev yek ji baweriya me ya bi diyalogê tê ku vebijêrekeke stratejîk a çareseriyasî siyasî ya demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike û aştî û aramiyê pêk bîne. Em teqez dikin ku em banga aştiyê dikin. Di heman demê de em radighînin ku aştiya rasteqîn bêyî xweparastin pêk nayê. Lê eger şer li ser me were ferzkirin û hebûn û mafên gelê me werin hedefkirin, em teqez dikin ku em amade ne parastina xwe bikin û em ê li hemberî çi gefên ku li ser ewlehiya herêmên me werin kirin bisekinin.

Em teqeziyê li ser mafên rewa yê destûrî yê tevahî pêkhateyên herêmê dikin, ji ber mafekî esîl ku nabe were înkarkirin an bazar li ser wê were kirin. Ji bo vê jî em dixwazin ku ev maf di destûrekê ya di çarçoveya Sûriyeya demokratîk a pirrengî ku wekhevî û edaletê ji bo tevahî gelê wê garantî bike werin bicihkirin.

Ji kantona Cizîrê careke din em teqez dikin ku hêza me di yekitiya pêkhateyên kurd, ereb, asur û suryan de bû û dê wisa bimîne. Di dîrokê de em bi hev re jiyan, di siberojê de jî em ê bi hev re bijîn. Xwîna şehîdên me li ser vê axê tev li hev bû. Hemûyan mil bi mil ji bo parastina azadî, rûmet û jiyana hevbeş berdêl dan. Careke din em doz didin gelê xwe ku em wefadarên rêgezên Rêveberiya Xweser bin.

Em ê seferberiyê bidomînin ta rewşa herêmê aram bibe."