Rêya alternatîf jî herifî

Li ser rêya wek alternatîf di navbera Colemêrg-Wanê de hatibû vekirin, carekê din hezaz çêbû. Rê ji veguhestinê re hat girtin, gel li bende vekirina rê ne.

1 deqe xwendin
Rêya alternatîf jî herifî

Di 11ê nîsanê de rêya di navbera Colemêrg-Wanê ji ber hezazê herifî û hat girtin. Piştî wê rêya ku wek alternatîf hatibû vekirin ji ber hezazê herifî û ji ber ewlehiyê carekê din hat girtin. 

Xebatên ji bo vekirina rê berdewam dikin û welatî li bende vekirina rê ne. Rayedaran, ajoker hişyar kirin ku ji ber tevgera zemîn divê rê neyê bikaranîn.