Roj baş Azadiya Welat!
Şerê Tevgera Azadiya Kurdî, hem di aliyê çarenûsa gelan de, hem di aliyê ragihandina azad de mîladek e… Medyaya Kurdî ya Azad, di destpêka salên 1990î de bi pêş ket û xwe ji xweliya xwe afirand… Gelek zor û zehmetî dîtin; rojnemavan û kesên rojname belav dikirin jî, weke mîlîtanên çapemeniya azad kar kirin û berdêl dan. Lê etîkên rojnamevanî û çapemeniyê bi cîhanê dan xwendin.

Gelê kurd, serdemeke mîladî dijî. Piştî şerê nîvsedsalî û bûyerên dramatîk; cîhan jî, Tirkiye jî erdhejekê dijîn. Kurd jî weke ‘siwariyên hesabpirs’ di eniya herî pêş de ne û di avakirina cîhana nû de pêşengiyê dikin. Sîstema cîhana nû jî civaka demokratîk e! Medyaya kurdî ya azad jî, weke roja destpêkê, siwariyên pêşeng destek dike. Ji bo siwariyên hesabpirs roj baş! Ji bo rojnamevanên destek dan û şehîd bûn, yên ku pênûsa wan şehîdan li erdê nehişt û destekê didin wan siwariyan roj baş!
Gelê kurd aşkere kir ku di sîstema netewe-dewletan de, hemû hemwelatî, hemû gel û komên xwedî baweriyên cuda, ne malbatek in, nikarin bi yek mêjî bifikirin, bi yek zimanî biaxivin, bi yek çavî li cîhanê binêrin; her kes xwedî armancên cuda ye û bi çavên cuda, bi hişmendiyek cuda li asoyên paşerojan dinihêrin.
Bi saya Rêber Abdullah Ocalan, demokrasî jî ji tevliheviyan rizgar bû û destnîşan kir ku potansiyela demokrasiyê, tenê bi rêya civaka demokratîk, siyaseta demokratîk, desturnameya demokratîk dikare sazkar bibe. Bi navê modernîteyê jî, demokrasî parçe nabe û mafê ti kesî nîne ku mudaxeleyî gelan, civakan û mafên wan ên paşerojê bike. Ji bo vê jî, xwe di nav hestên “pûtşikên” ên Îbrahîmê rihayî de dibîne. (1)
Ev gotin tên wateya rizgariya ji polemîkên lîberalîstan. Di lîstika kişikê (satranc) de jî tên wateya serkeftinê. Bêguman sîstem “mat” nebûye, lê ketiye nav lêgerînan. Mudaxeleya li Venezuellayê û girtina Maduro bi operasyonek korsanî, nayê wateya avakirina baxçeyê gulistanî!
Sîstema netewe-dewletan tovê waweylê ye; hem xwezaya mirovan, hem xwezaya civakan, hem azadiya enformasyonê tune kiriye. Hebe nebe kar û desthilatdarî; hebe nebe xespkarî û tunekirina îrade û keda komên xelkê ye…
Birêz Ocalan, di her fersendê de behsa şoreşa Fransayê ya mezin û hiqûqa Jean-Jacques Rousseau dike. Çi dibêje Rouseeau; “Eger gel dikaribin bi hêsanî bên cem hev, hem hev nas bikin, hem hev qebûl bikin û hem bi rengekî azad pirsgirêkan nîqaş bikin.” Navê vê daxwazê, demokrasiyê ye û saziyên civakî jî dikarin bi nasnameya xwe di mekanîzmaya biryaran de cih bigirin.
Ji bo ku ev mekanîzma baş kar bike; pêwîst e raya giştî ji rewş, pêşketin, buyer û ji kiryaran agahdar bibe û eger pêwîstî hebe bi îradeyek azad mudaxele bike. Ji bo vê jî divê “medyaya azad” hebe. Bi gotina Bertolt Brecht; “Divê medya yekalî nebe û tenê nebe amûra ragihandinê, divê weke berdevkê gel, bibe amûra agahîwergirtin û belavkirina fikrên cuda jî.”
Feylesofê îskoçî Thomas Carlyle jî dibêje; “Hêza hurufatê (2), artêşên bipere berteref kirine, dawî li gelek kral û parlamentoyan jî aniye…” Vê jî weke cîhaneke nû û afirgeriyek hunerî ya demokratîk bi nav dike.
Mixabin, dewleta Enqereyê, her cure mekanîzma ji bo yek “neteweya çekirî” ava kiriye, medya jî weke amûra desthilatdaran kar dike. Her desthilatdariya li Tirkiyeyê, weke serdema siltanên Osmanî, ji destpêka 1923yan û heta îro, xwe dewlet dibînin û bi îdeolojiya rika polayî hereket dikin, qanûnên polayî dikin pratîkê. Ev jî despotîzm e!
Medyaya Tirkiyeyê jî, bi destê dewletê hat avakirin. Ji roja destpêkê (1923) û heta îro, weke “buroşûr” û “rîsaleyên” fermî kar dike. Avaniyên ermen û rûman dane xwediyê rojnameyan û gelek ji wan jî kirin parlamenter. Vê jî exlaqê weşangeriyê, etîkên rojnamevaniyê tune kirin. Bêguman kesayetên cuda hebûn û hene, lê ew kes yan hatin kuştin, yan jî bi girtinê hatin bêdengkirin.
Kovar û rojnameyên rêxistinên çepgir jî her dem bi rêya saziya RTUKa dewletê hatin girtin…
Ji bo vê jî, şerê Tevgera Azadiya Kurdî, hem di aliyê çarenûsa gelan de, hem di aliyê ragihandina azad de mîladek e… Medyaya Kurdî ya Azad, di destpêka salên 1990î de bi pêş ket û xwe ji xweliya xwe afirand… Gelek zor û zehmetî dîtin; rojnemavan û kesên rojname belav dikirin jî, weke mîlîtanên çapemeniya azad kar kirin û berdêl dan. Lê etîkên rojnamevanî û çapemeniyê bi cîhanê dan xwendin.
Yek; rêbazên gerdûnî yên medya û rojnamevaniyê zindî kirin.
Du; dan xuyakirin ku medya û rojnamevan berdevkên gelan in û tenê hesab didin gel...
Sê; rojnamevan ne ew amûr in ku qanûnên reş û spî nîşan didin, ew xwedî etîk û exlaqê ragihandina rast in. Rojnamevanên kurd, navê vê jî kirine, rêya lêgerîna rastiyan!
Çar; li cîhanê, rêbazên amadekirina nûçeyan 5N 1K ye. Çêkirina nûçeyan bi rengê klasîk, pirsên çi, çima, çawa, li kû, kî û kengî ne. Ji bo kurdan, 3Ç 3K ye...
Lê ji bo medyaya azad, 3+3 ne bes in; pêdivî bi ‘Ş’yekê jî heye. Yanî şîrovekirin… Çima şîrovekirin? Her bûyer xwedî dîrokekê ye û ev dîrok jî “xeta fay” a civakan e. Pêwîst e ku rojnamevanên kurd, bi yek-du-sê hevokan metirsiyên kategorîk aşkere bikin. Ev jî perwerdekirina civakê ye û gihiştina sedem û encamê ye! Nabe ku nûçe, bi hevokên weke ‘’darê tenûrê yê hişk“ werin amadekirin û belavkirin..
Encam; medyaya kurdî, li Ewropayê weke ‘’Plaza Medya“ xwedî ekranên dêwasa û ajansên navdewletî ye. Li welat jî, herî dawî Xwebûn bû, niha jî wê bi mîrate û berpirsyariya rojnamevaniya exlaqî/etîk û vegotinên felsefîk û civaka demokratîk, berdevkiya gel bi AZADIYA WELAT bike.
AZADIYA WELAT, weke destpêka salên 1990î, wê bibe pêgeha li dijî dagirkerî û metingeriya li Kurdistanê û ji bo aştî û civaka demokratîk.
Sosyolojiya Azadiyê, rp.150
Hurufat, tîpên di çapxaneyan de tên bikaranîn.


