Rojhat Babat ê girtî jiyana xwe ji dest da
Rojhat Babat ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Kirşehîrê girtî bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Rojhat Babat ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Rojhat Babat bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û bi hincetên cûrbecûr cezayê “heta hetayê” lê hatibû birîn. Diviya bû îro telefonî malbatê kiribûya. Lê nekaribû bike. Li ser vê yekê malbatê telefonî girtîgehê kir û rewşa zarokê xwe pirsî. Girtîgehê agahiya ku Rojhat Babat jiyana xwe ji dest daye da malbatê lê derbarê çi qewimî û sedema mirina wî de tu agahî neda. Piştî vê yekê, malbatê xwe gihand Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û ew agahdar kir.


