Rojnameger dê li Amedê dakevin qadê
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo balê bikişînin ser zextên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêde dibin, dê sibe saet di 17.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo balê bikişînin ser zextên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêde dibin, dê sibe saet di 17.00an de li Semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniyê bidin. DFG û MKGê ji bo piştevanî û xwedîderketina li Kedkarên Çapemeniya Azad ev bang kir: “Li dijî zext û êrişên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêde dibin, em banga piştevaniyê li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin.”


