‘Rojnameger ji ber erka xwe tên cezakirin’
Rêxistinên Rojnamegeran di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bal kişandin ser rojnamegerên ji ber karê xwe hatinê girtin û gotin: “Rojnameger ji ber erka xwe tên cezakirin. Tirkiye bi girtina rojnamegeran mafê ragihandinê binpê dike.”

Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGK), DÎSK-Basin-İş, Haber-Sen, Yekitiya Rojnamegerên Ewropayê, Cemiyeta Rojnamegerên Başur û Rojhilat, tekildarî 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li avahiya yekitiya Mulkiyeyan a navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji rojnamegerên girtî re azadî” dinivisî daliqandin. Rojnameger Dîran Yurtsever daxuyanî da û got: “Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji nav 180 dewletan cîhanê de di rêza 163an de cih digirê. Rojnameger ji ber kar û xebatên xwe tên girtin. Bi girtina rojnamegeran mafê wergirtina agahiyan a gel jî tê astengkirin.
Divê rojnamegerên girtî bên berdan
Dîran Yurtsever xwest sepanên li pêşiya rojnamegeriyê bên bidawîkirin û daxwazên rêxistinên çapemeniyê wiha rêz kir:
“*Divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
*Divê sepanên ku xebatên rojnamegeriyê weke ‘Sûc’ bi nav dike divê demildest bi dawî bibin.
*Qanûnên ku li pêşya azadiya reman û xebatên rojnamegeriyê ne divê bên rakirin.
*Ji bo rojnamegeran divê ewlehiya xebatan pêk were û sepanên li pêşya mafê sendika bûyinê ne bên rakirin.”
Piştî daxuyaniyê nav û nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin û daxwaza azadiya wan kirin.


