Rojnameger Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn
Derbarê nûçegagihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç de biryara tehliyeyê hat dayîn. Her wiha 19 welatiyên din jî ku dihatin darizandin derbarê wan de jî biryara tehliyeyê hat dayîn.

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin.
Nûçegihan Nedîm Orûç di 14ê Çileyê li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Tevî Nedîm Oruç, 8 jê zarok bi giştî 20 welatî bi îdiaya “Tev li çalakiyan li dijî êrişên Rojava bûne”, “Fîşekên hewayî avêtine polîsan”, “Zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn girtin. Danişîna ewil a Nedîm Oruç û 19 kesên din li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Oruç û 19 welatiyên din bi tevî parêzerên xwe ve di danişînê de amade bûn.
Rêveber û endamên DFGê, rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan doza Oruç û welatiyên din.
Îdiayan red kir, rojnamegeriyê parast
Şandeya dadgehê ji rojnameger Nedîm Oruç xebatên rojnamegeriyê û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal pirsî. Nedîm Oruç îdiayên derbarê xwe de red kir û destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebata xwe ya rojnamegeriyê de li wir amade bûye û wî nûçeyê şopandiye. Nedîm Oruç anî ziman ku armanca wî ew bû ku raya giştî agahdar bike û ev yek jî karê rojnamegeriyê ye.
Her wiha hemû kesên parastina xwe kirin îdiayên li ser xwe red kirin û dan zanîn ku ew bi zora polîsan û zexta derûnî îfade dane.
Parêzeran parastina muwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku nehatiye piştrastkirin ku muwekîlên wan tev li çalakiyan bûne. Parêzeran anî ziman ku bêyî piştrastkirin polîs îdia kirine ku yên rûyên wan girtî ne muwekîlên wan in. Her dawî parêzeran diyar kirin ku doz li ser çalakiya teqandina fîşekên hewayî hatiye avakirin, xwestîn dîmen û wêneyên çalakgeran werin hevrûkirin û muwekîlên wan werin berdan.
Hemû girtî hatin berdan
Şandeya Dadgehê tevî rojnameger Nedîm Oruç derbarê 19 welatiyan de biryara tehliyeyê da. Dadgehê bi biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat de biryara tehliyeyê da.
Navên welatiyên dihatin darizandin ev in: Abdullah Turay, Hanemir Duymak, Mervan Kaya, Muhammed Sansak, Erkan Sarak, Rehber Duymak, Renas Duymak, Umut Boz, Yusuf Dal, Ozcan Sarak, Muhammed Barin, Mehmet Saît Malkaç, Hûseyîn Kolanç, Hûseyîn Bengî, Ertan Kolanç, Celal Turay, Alî Ekber Ozer, Unal Çelebî, Hazret Ekîcî


