Romanên Nûdem Hezex: Mija mêjî
Vê nirxandinê li ser du romanên Nûdem Hezex dikim. Di demên pêş de min ji bo hevpeyvîna Nûdem Hezex di malpera Welat de gotarek nivîsibû. Wî di hevpeyvîna xwe de behsa romana xwe Bîr û Spîroj kiribû.

Vê nirxandinê li ser du romanên Nûdem Hezex dikim. Di demên pêş de min ji bo hevpeyvîna Nûdem Hezex di malpera Welat de gotarek nivîsibû. Wî di hevpeyvîna xwe de behsa romana xwe Bîr û Spîroj kiribû. Ji bo neheqiyê nekim nirxandina min tenê di çarçoveya hevpeyvînê de ma. Min hêja dît ku romanên wî bikirim û bixwînim. Pê re jî vê yekê dest da ku ez vê nirxandinê bikim.
Romana Bîr ji weşanxaneya Darayê derketiye, 118 rûpel e. Spîroj ji weşanxaneya Payîzê derketiye, ji 143 rûpelan pêk tê. Nûdem Hezex bo xwe terz û teşeyek dîtiye, pê dinivîse. Ev teşe dişibe hin nivîskarên di demên nêz de dest bi nivîsandina romana kurdî kirine.
Teşeyê Bîr û Spîroja Nûdem Hezex eynî ne. Nûdem di nav mij û nediyariyê de dixwaze diyariyekê derxe pêş. Yanî dixwaze diyariya nediyariyê vebêje. Di Bîr’ê de derketiye rêwîtiyeke derûnî û madî ber bi bîr û daboriya ‘Tu’yê xwe ji Lî û La’yê bibîne. Di her du romanan de jî serlehengên wî ‘Tu’ yan jî ‘Te’ ne, eger Lî û La’ya hetadawiyê nepen bidine aliyekî. Balkêş e ku lehengên Hezex jî heta ji dest hatiye nepen kirine. Roman darîçav dest pê dike, paşê dibe mij, dîsa ji nav mijê derdikeve darîçav dibe û bi vê teşeya hînkirî berdewam dibe, diçe; bi qewlê vegotina wî bixwe ‘diçe û naçe, naçe û diçe û qe naçe’. Nivîskar Bîr bi du cînasan yanî heman peyv bi du wateyan de bi kar aniye. Yek bîra ku di serê me de ku derûnî û hafizayê jî îfade dike. Ya din jî bîreke madî ya avê ye ku dixwaze her du bîran bi hev girê bide. Ji bo dagirtina romanê ji ber çi ew qas tirkî, di cih de ne di cih de, bi kar aniye mirov fêm nake. Dibe ku ji bo ‘Tu’ ji tirkî vegeriyaye eslê xwe kurdî, lê ev tenê texmîneke ez jê ne bawer im. Weke pîne lê disekine.
Ji bo tengbûna cih ez nikarim hemû notên min girtine bînim ziman, ez ê yên sereke şîrove bikim.
Vegotina wî terzekî ji guhê me re xerîb e û bi xemilandineke awarte hevok saz kirine. “Destên wê dixwazin bi destê hezkiriyê xwe bigirin, zimanê wê peyvên nêr û têr dixwaze.” (


