Rûsya û Ukrayna dê li Cenevreyê ji bo lihevkirinê hevdîtin pêk bînin
Rûsya û Ukrayna dê li Cenevreyê di bin çavdêriya Devletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) de hevdîtinan bikin.

Rayedarên Ukraynayê û Rûsyayê îro û sibê dê li Cenevreyê di bin çavdêriya DYAyê de hevdîtin bikin. Di hevdîtina du rojan de dê li ser dosyayên erdan yên ku li ser wan li hev nakirine dê nîqaşê bikin.
Zexta serokê DYAyê Donald Trump li ser Ukraynayê û Rûsyayê ji bo şer bisekine, didomin. Her wiha serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky tîne ziman ku zexteke mezin li wan tê kirin, ji bo tawîzên mezin bidin. Ji sala 1945an ve li Ewropayê şerê herî mezin ê Rûsya û Ukraynayê ye.
Rûsya ji Ukraynayê dixwaze ku ji sedî 20 dev ji axa herêma Donest ya dikeve rojhilatê Ukraynayê berde. Kîev jî vê yekê qebûl nake û red dike.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku ew ê di hevdîtinan de li ser pirsgirêkên sereke, di serî de mijara erdan û daxwazên Rûsyayê yên girêdayî wê nîqaş bikin.
Berî niha li Ebû Dabiyê 2 caran hevdîtin di navbera Ukraynayê û Rûsyayê çêbûn. Her du aliyan jî ev hevdîtin erênî nirxand lê belê pratîkî tu gav nehatin avêtin.


