Salîh Muslîm çû ser dilovaniya xwe

Endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYDê Salîh Muslîm ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Salîh Muslîm çû ser dilovaniya xwe

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. 

Salîh Muslim yek ji pêşengên siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd bû. Salih Muslim hemû temênê xwe di nava têkoşîna azadiya kurd de derbas kir. Salîh Muslim li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyan hatine bidestxistin, wê cenazeyê Salih Muslim ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bê kirin.  Piştî ku cenaze li barajê Qamişlo were pêşwazîkirin, wê li Kobanê bi merasîmeke heybet were oxirkirin