Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê.

1 deqe xwendin
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Şande herî dawî di 3yê Mijdarê de çûbû Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.