Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di dawiya hefteya pêş de biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di dawiya hefteya pêş de biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat zanîn ku dê şande bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî û rayedarên din re hevdîtinan bike.


