Şandeya NYyê li Sûriyeyê bi rayedar re dicive

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stéphane Dujarric got ku cîgirê nûnerê taybet yê Sûriyeyê Claudio Cordone niha li Şamê ye.

1 deqe xwendin
Şandeya NYyê li Sûriyeyê bi rayedar re dicive

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku cîgirê nûnerê taybet yê Sûriyeyê Claudio Cordone, niha serdana Şamê dike da ku bi rayedarên hikûmetê û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re di çarçoveya berfirehkirina piştgiriya NYyê de bicive.

Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku Claudio Cordone bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, aktorên siyasî, saziyên NYyê, hevkarên dîplomatîk û endamên civaka sivîl re dicive.

Dujarric diyar kir ku di dema serdanê de xebat ji peydakirina derfetên nû yên hevkariyê bi hikûmetê re ji bo xurtkirina parastina zarokan û berfirehkirina piştgiriya NYê hat kirin.

Dujarric got ku berpirsê NYê diyar kiriye ku teqemeniyên neteqiyayî û mayinên bejayî hîn jî pirsgirêkeke mezin in û ji hevkaran xwest ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê piştgiriya hewldanên NYyê û Sûriyeyê bikin.