Şaredarê Sîlîvriyê bi tevî 16 kesan ve hat binçavkirin

Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglû û 16 kes bi sûcdariya "nelirêtiyê" hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
Şaredarê Sîlîvriyê bi tevî 16 kesan ve hat binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku bi sûcdariya "nelirêtiyê" da destpêkirin, serdegirtin li malên Şaredarê Sîlîvriyê û rêveberên şaredariyê hate kirin.

Şaredar Bora Balciolgû, burokratên şaredariyê û karsaz jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.

Lêgerîna li avahiya şaredariyê dewam dike.