Şaredariya Farqînê tabelayên navneçeyê nû kir
Şaredariya Farqînê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê dayikê tabelayên navnîşanan ên li navçeyê bi zimanê kurdî û tirkî nû kir.

Şaredariya Farqînê di çarçove 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê dayikê tabelayên navnîşanan ên li navçeyê bi zimanê kurdî û tirkî nû kir. Şaredariyê di çarçoveya vê xebatê de tabelayên tax, kolan û cadeyan bi du zimanan amade kir û li gelek cihan ve daliqandin. Di tabelayên nû de navên cihan hem bi kurdî hem jî bi tirkî hatine nivîsîn. Şaredarî bi vê xebata xwe armanc dike ku dewlemendiya çandî berbiçav bike û di jiyana navçeyê de ferasetekê bide avakirin. Şaredarî herwiha hedef dike ku bi vê xebatê li qadên cemaweriyê xwegihandina xizmetên bi zimanê dayikê bên xurtkirin.
Ev gava Şaredariya Farqînê ji aliyê welatiyan ve wekî xebateke girîng a ji bo parastin û geşkirina çanda herêmî hat pêşwazîkirin. Hat diyarkirin ku danîna tabelayan li gelek xalên cuda yên bajêr berdewam dike.
Şaredariyê têkildarî vê xebata xwe wiha got: “Ji bo ku her kes bikare xwe bigihîne xizmetên cemaweriyê yên bi zimanê dayikê em xebatên xwe didomînin. Em bi feraseta şaredartiyeke wekhev, tevgir û dewlemendiya xwe ya çandî berbiçav bikin, bajarê xwe bi hev re xweşik dikin.” Rayedaran diyar kir xebatên wan ên di vî warî de dê berdewam bikin û dê di demekî nêzîk de vê xebatê li tevahiya navçeyê temam bikin.
‘Em ê nîşan bidin ku çawa bi kurdî kar tên kirin’
Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen jî bal kişand ser xebatên xwe yên du salan yên bi zimanê dayikê û wiha got: “Em ê nîşan bidin ku çawa bi kurdî kar û xebat û xizmet tên kirin. Di vê çarçoveyê de şaredariya me gaveke girîng avêt. Êdî navnîşan li gel tirkî kurdî jî hene. Me navê kuçe, kolan û taxan kirin kurdî jî. Wek şexs ev xeyala min a bi salan bû. Ji ber ev yek bi şaredariya me hat kirin keyfxweş in. Bi vê wesîleyê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li gelê me pîroz dikim û bang li gel dikim ku xwedîderketina xwe ya ziman bilindtir bikin, li her derê bi kurdî biaxivin û nîşan bidin ku kurdî zimanê jiyanê ye.”


