Sarya Efrîn: Hêz û tecrûbeya me heye ku artêşê biguherînin
Fermandara YPJê Sarya Efrîn der barê entegrasyona di nav artêşa Sûriyeyê de got: “Hêz û ezmûna me heye ku em di nav artêşê de cihê xwe bigirin. Ev dê ji bo hemû jinên Sûriyeyê jî bibe sedem ku jin bi ewle bijîn. Yek ji mafên me yên xwezayî ew e ku em welatê xwe biparêzin.’’

Piştî êrişên qirkirinê yên li ser rojavayê Kurdistanê ku di 6ê çileyê de hatin destpêkirin, di 29ê çileyê de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevpeymanek di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin. Li gor hevpeymanê HSD li kantona Cizîrê weke sê tûgayan û li Kobanê jî weke tugayekê dê entegre bibe. Her wiha ewlehiya hindurîn a kantona Cizîrê û Kobanê dê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hindurîn ve bê pêkanîn. Xalên entegrasyonê di vê pêvajoyê de ketin meriyetê. Ji bo saziyên sivîl jî entegrasyon didome. Vegera biewle ya şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ji cih û warên xwe koç bûbûn dest pê kir û 3 hezar kes vegeriyan Efrînê. Lê belê ji ber hin nîqaşên ku nehatine zelalkirin malbatên din ên ku çav li vegera Efrînê ne, hê jî li benda vegerê ne.
Li gel van nîqaşan, mijareke girîng a tê meraqkirin jî entegrasyona YPJê ye. YPJê bi salan e bi Şoreşa Rojava re xwe bi awayekî xweser birêxistin kiriye û li hemû şerên li dijî DAIŞê û li dijî êrişên dagirkeriyê cihê xwe li hemû eniyan girtiye. Fermandara YPJê Sarya Efrîn têkildarî entegrasyona YPJê û nîqaşên tên kirin, pirsên me bersivandin.
Fermandara YPJê Sarya Efrîn der barê entegrasyona YPJê di nav artêşa Sûriyeyê de wiha got: “Piştî agirbesta ku hat îmzekirin û şûnde di mijarên ku HSD entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe nîqaş û xalên ku hatibûn diyarkirin hebûn. Ev jixwe pêk tên. Lê ti şîroveyek li ser vê yekê ku hêzeke xweser li nav HSDê dê çawa entegreyî artêşê bibe nehatibû kirin. Ji ber vê yekê jî me xwe di nav vê hêzê de bi cih kiribû. Li hemû qadên xwe em di nav vê hêzê de di nav têkoşînê de bûn û li ku derê jî pêwistî hebû em li wan êniyan bûn. Di mijara entegrasyonê de ji bo beşdariya YPJê bi awayekî xwe, nêzîkatiyeke erênî nîne ji aliyê hikûmeta demkî û wezareta parastinê ve. Ji ber vê yekê, hewldanên me li ser vî esasî ne ku em bikaribin hem bi wezareta parastinê re hem jî bi serokê Sûriyeyê yê demkî re, di aliyê qanûnî û hiqûqî de hebûna YPJê misoger bikin.”
‘Em dikarin artêşê biguherînin’
Sarya Efrîn di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên bi Wezareta Parastina Sûriyeyê re û ev tişt anî ziman: “Ji me re dibêjin ku ‘êdî welat hat avakirin, hikûmet heye, şoreş çêbû, xetereya li ser jinan nemaye. Em ê parastina we bikin. Hûn dikarin tenê di nav hêzên ewlekariya hindurîn de cihê xwe bigirin. Lê di nav artêşê de pêwistiyek wiha nîn e’. Lê rastiya li ser erdê ne wisa ye ku hikûmet bixwe jî metirsiya zindîbûna DAIŞê aşkere tîne ziman. Ev ji bo me metirsî ye. Heta niha kesekî çek neda me ji bo em xwe pê biparêzin. Heta niha ti kesî me neparast. Me bi hişmendiya ku divê em xwe biparêzin dest pê kir û em bi vî rengî jî dewam dikin. Parastin ne tiştekî wisa ye ku bê dayîn. Mirov bi xwe xwe diparêze. Maf ne ew tişt e ku bê dayîn, mirov bi xwe wî bi dest dixe. Bi vê baweriyê em dikarin guhertinê di nav vê artêşê de jî pêk bînin. Bi rastî nêzîkatî pir zêde ne erênî ne. Lê em hemwelatiyên vî welatî ne, yên ku herî zêde ji şer zirerê dibînin em in. Me ev jiya. Em bi vî şerî re mezin bûn û em bi têkoşînê gihîştin astên herî bilind. Me bi sedan bedêl dan. Ji bo em bikaribin van destkeftiyên xwe jî biparêzin çi ji destê me tê em ê bikin.”
‘Divê jin di nav artêşê de bin’
Sarya Efrîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Weke YPJ, ji destpêka Şoreşa Rojava li hemû qadan me li hemberî hêza tarî ya DAIŞê, ji bo berterefkirina metirsiyên li ser jinan û gelê me, em têkoşiyan. Li gor wê mîsyonê jin rola xwe lîstin di têkoşîna çekdarî de. Ji ber wê jî Şoreşa Rojava bû şoreşa ku bi pêşengiya jinan hat destpêkirin. Ev jî ji bo hemû jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Her wiha bi taybetî ji bo jinên li Rojhilat bû îlham ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest bi şoreşê kirin. Ji ber vê yekê destkeftiyên me yên di aliyê leşkerî de heta roja îro hatine bidestxistin, ji bo me hêzek e û em di wê baweriyê de ne ku di nav artêşa Sûriyeyê de ku niha tê avakirin jî wê bi xwe re dewlemendiyeke mezin ava bike. Dema çêkirina teşkîlata vê artêşê dê jin bikaribin netewperestî, feraseta talanê ji holê rabikin û jiyaneke biewle ya ji bo jin û gelan ava bike.”
Sarya Efrîn herî dawî tecrûbeya YPJê ya li dijî DAIŞê bi bîr xist û wiha got: “Hêz û ezmûna me heye ku em di nav artêşê de cihê xwe bigirin. Ev dê ji bo hemû jinên Sûriyeyê jî bibe sedem ku jin bi ewle bijîn. Yek ji mafên me yên xwezayî ew e ku em welatê xwe biparêzin. Xetereyên li Sûriyeyê didomin. Rojane tevgerên DAIŞê çêdibin, ew xwe ji nû ve birêxistin dike. Ji ber vê yekê hebûna me di nav vê artêşê de, wê bibe sedem ku em bikaribin welatê xwe biparêzin. Lewra em di vê de bi israr in ku di artêşa Sûriyeya nû de, em cihê xwe bigirin û hebûna xwe bi destûra nû misoger bikin.”


