Sendîkaya STUCê ji bo Rojava di nav hewldanan de ye
Desteya Rêveber a STUCê ku 550 hezar endamên wê hene, bi rojeva “Rojava” civiya, êriş şermezar kir û biryar da ku ji bo Rojava kampanyaya alîkariya dîplomatîk û madî bide destpêkirin.

Desteya Rêveber a Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) ku 550 hezar endamên wê hene, ji bo Rojava li hev civiya. Civîn ji aliyê Sekreterê Giştî yê TUCê Dave Moxham û Cîgirê Serokê Giştî yê UNISON Scotlanda Stephen Smellie ve hate destpêkirin. STUCê, biryar da ku li dijî êrişên li ser Rojava belgeyek helwestê derxîne û kampanyayên hevgirtinê bide destpêkirin.
STUCê, di belgeya ku bi sernavê "Hevgirtina bi Kurdan re û Şoreşa Rojava" weşand de, kêfxweşiya xwe ji ber agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û HSDê de anî ziman, lê bikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên çekdar ên Sûriyeyê ve li dijî HSDê şermezar kir.
Modela rojava tevî ambargo û êrişan jî xwe parast
STUCê, destnîşan kir ku ji sala 2011an û vir ve Rojava modelek xwerêveberiyê pêşxistiye ku li ser bingeha demokrasiya gel, azadiya jinan, ekolojiya civakî û aboriya hevkar hatiye avakirin. STUCê, diyar kir ku ev model di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstiye. STUCê her wiha destnîşan kir ku Rojava ev sîstem tevî êrişên komên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destek kirin, ambargoyê û nebûna alîkariya mirovî parastiye.
STUCê bal kişand ser êrişên çeteyan ên li ser Rojava û diyar kir ku di êrişên ku ji sala 2018an heta 2026an dom kirin de, komên cîhadîst ên ku ji aliyê Tirkiyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê ve tên destekkirin, sûcên giran kirine. STUCê, da zanîn ku di êrişê komên cîhadîst de kuştinên bê daraz, revandin, talankirin û paqijkirina etnîkî rû da ne û hat gotin ku van êrişan bi taybetî Kurd û jinên rêxistinkirî hedef girtine. Her wiha, hate destnîşan kirin ku tevî hevpeymaniya leşkerî ya li dijî DAIŞê jî, hêzên navneteweyî piştgiriyek siyasî an pratîkî nedane Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hat gotin ku tevî vê yekê jî, HSDê di van pêvajoyan de her tim helwesta xwe ya diyalogê parastiye.
STUCê, diyar kir ku Sûriyeyek demokratîk bi rêbazên leşkerî û ferzkirinên navendparêzî nayê damezrandin û da xuyakirin ku pêdivî bi danûstandinên berfireh, naskirina vebijarkên rêveberiya xweser a herêmî û parastina mafên kêmneteweyan heye.
Biryara alîkarîdayîna dîplomatîk û madî
Di civîna STUCê de, biryar hat dayîn ku kampanya û hewldanên dîplomatîk ji bo hevgirtinê bi Rojava re werin meşandin.
Biryarên ji hêla STUCê ve hatine dayin wiha ne:
* Peyamek hevgirtinê dê bi rêya Scottish Solidarity with Kurdistan ji kurdên li Skoçyayê dijîn re were şandin. Ev peyam dê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê re were şandin.
* Alîkarî wê ji bo kampanyaya alîkariya awarte ya Heyva Sor a Kurd ku li Rojava dixebite, werin şandin.
* Komîteya Navneteweyî, dê bi UNISON û tevî sendîkayan li gel Scottish Solidarity with Kurdistan bixebite da ku hişyariyê li ser rewşa Rojava zêde bike.
* Konseya Rêveberiya Neteweyî, dê daxuyaniyek a hevgirtina bi gelê Rojava re bide. Herwiha dê ji Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî were xwestin ku bi rayedarên Sûriyeyê re têkilî daynin da ku êrişên leşkerî yên li dijî kurdan û HSDê bi dawî bikin.
Cîgirê Serokê Giştî ya UNISON Scotlanda Stephen Smellie, ji ANFê re ragihand ku ew plan dikin bi serokwezîrê Skoçyayê John Swinney re der barê Rojava de bicivin. Smellie, da xuyakirin ku STUCê dê nameyek ji hikûmetê re bişîne û got ku ji bo parastina statuya Rojava ew ê zextê li Londonê bikin.


