Sendîkayên li Îspanya azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Sendîkayên li Îspanya û herêmên xweser, têkildarî 15ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar dan û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

1 deqe xwendin
Sendîkayên li Îspanya azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Sendîkayên li Îspanya, Welatê Bask, Galîstya, Katalonya, Astûryas û Giravên Kanaryayê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku 15ê Sibatê wek “sembola têkoşîna dadwerî, azadî û mafên gelan” tê pênasekirin. Saziyên îmzekar diyar kirin ku ji bo dabînkirina aştî û stabîlîzasyonê li Rojhilata Navîn, azadiya Abdullah Ocalan “lezgîn û elzem” e û banga serbestberdana wî ya tavilê kirin.

Di tekstê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo aştiyê gavan bihavêje û hat diyarkirin ku ev pêvajo dikare bi serbestberdana Adullah Ocalan û rêzgirtina li mafên gelê Kurd bi pêş ve biçe. Hat destnîşankirin ku piştgirî; li ser bingeha dadwerî, demokrasî û piralîbûnê naskirina cihêrengiyan esas digire.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: “Wek sendîkayên xwe, em pabendbûna xwe ya bi piştgirî û dadwerî dubare dikin; em bang li hemû sazî û hikûmetên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin serbestberdana Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd.”

Sendîkayên îmzekar ev in:

Konfederasyona Sendîkayan a Komîsyonên Karkeran – CCOO

Konfederasyona Navsendîkayî – CI

Konfederasyona Giştî ya Karkeran – CGT

Konfederasyona Navsendîkayî ya Galîstya – CIG

Kolektîfa Karkerên Yekbûyî – CUT

Herikîna Sendîkayî ya Çep a Astûryas – CSI

Piştgiriya Karkerên Bask – ELA

Konfederasyona Sendîkayî ya Çep – ESK SINDIKATUA

Navsendîkayî ya Alternatîf a Katalonya – IAC

Navsendîkayî ya Astûryas – INAST

Navsendîkayî ya Valensiya

La Intersindical (Katalonya)

Komîteyên Neteweperest ên Karkeran – LAB

Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê – MTC

Rêxistina Sendîkayî ya Karkerên Aragon – OSTA

Konfederasyona Piştgiriya Karkeran