Şêniyên Cebel Eqîl li dijî Tirkiyeyê têdikoşin
Şêniyên Cebel Eqîl ê gundewarê Babê 6 hefte nin li dijî hebûna baregeha Tirkiyeyê ya li ser erd û malên wan e çalakiyan pêk tînin.

Şêniyên Cebel Eqîl ê gundewarê bajarê Babê yê bakurê Heleb hefteya 6an e, ji bo redkirina hebûna baregeha Tirkiyeyê li ser erd û malên wan çalakiyên xwe didomînin. Şênî desteserkirina malan û berfirehkirina baregehê li herêmê şermezar kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bi dehan xelk piştî nimêja înê li qadekê kom bûn û pankartên girêdayîna bi erd û malên xwe hildan.
Xwepêşandêran slogan û gotinên "Malên me ne kevir û çemento ne lê jiyan û bîranînên ji me hatine standin in" berz kirin. Şêniyan anîn ziman ku koçberiya bi darê zorê û mehrûmkirina ji mal û milkan nayê qebûlkirin. Şêniyan bang li berpirsên herêma Babê, Parêzgarê Heleb û aliyên eleqedar kir ku li hember xelkê Cebel Eqîl bi erkên xwe rabin, kiryarên xerabkirina mal û erdên wan rawestînin, mal û milkan li xwediyan vegerînin. Li kêleka wê jî banga rakirina baregehê hat kirin.
Şêniyan herî dawî destnîşan kirin ku dê heta pêkanîna daxwazên xwe çalakiyên aştiyane dewam bikin.

