Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 15an de berdewam dike
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li zêdeyî 200 hedefên Îranê xistine. CENTCOM jî ragihand ku di 48 saetên dawîn de operasyonên hewayî li dijî hedefên Îranê zêde kirine û ji bo parastina baregehên xwe 2 hezar û 500 piyadeyên deryayê şand herêmê.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 15an de bi êriş û gavên nû berdewam dikin. Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li hemberî Îraîlê berdewam dikin û pergalên parastina hewayî ji bo astengkirina moşekan dixebitin. Rayedarê Îsraîlê, li herêma Neqebê di encamê êrişên moşekan de hin kes bi giranî birîndar bûne. Rayedaran daxuyand ku parçeyên moşekan li herêma Ledê bûn sedema şewatê û li bajarê Hewlûnê moşekek li avahiyeke kavil ketiye lê ziyanên mirovî çênebûne.
Îsraîl: Me li 200î zêdetir hedefan da
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên hewayî yên 14ê Adarê de li zêdetirî 200 hedefên Îranê xistine. Li gorî daxuyaniya IDFê, êriş bi taybetî li ser navendên leşkerî, depoyên moşekan û pergala parastina hewayî ya Îranê hatine kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine ragihandin, gelek bajaran û parêzgehên Îranê bûn hedefa êrişan. Di nav wan de Tehran, Îsfahan, Kirmanşah, Huzistan, Fars, Hemedan û Azerbêcana Rojava hene.
Lîman û binesaziya enerjiyê bû hedef
Li van herêman bi taybetî navendên pasdaran, depoyên moşekan, baregehên leşkerî, pergala radarê û navendên fermandariyê hatiye xistin. Her wiha li Girava Xarg ku yek ji navendên stratejîk ên şandina petrolê ya Îranê ye, navendên leşkerî û binesaziyên enerjiyê jî hatine bombebaran kirin.
Îsraîlê li navenda lêkolîna fezayê da
Di êrişên şeva borî de Navenda Lêkolînên Fezayê ya Îranê û bi dehan noqteyên li Tehranê bûn hedef. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine ragihandin, ev navend heta sibehê hêj jî di şewatê de bû. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şewatê heta saetên sibê berdewam kir û hewildanên ji bo vemirandina şewatê bêencam man. Di encama şewatê de navend hate asta ku neyê bikaranîn.
Îranê êrişên li ser stargehan daxuyand
Artêşa Îranê ragihand ku pêla 46an a operasyona bi navê ‘Soza Durist 4’ dane destpêkirin. Li gorî daxuyaniya wan, di vê pêlê de 17 hedefên leşkerî yên Îsraîlê û DYAyê hatin hedefgirtin. Pasdaran diyar kir ku operasyona xwe diyarî giyanê Mihemed Baqirî û Xelamalî Reşîd dike. Li gorî agahiyên hatine dayîn, li Tel Avivê 7 noqte, li Rîşon Le Ziyon 2 noqte û li Şohamê 1 noqte îsabet girtine. Her wiha artêşa Îranê yekem car daxuyand ku êrişî cihên kombûnê û stargeh jî hedef girtine.
Baregehên DYAyê hatin hedefgirtin
Artêşa Îranê diyar kir ku baregehên DYAyê yên King Sultan, Victoria û Holier bi moşek û dronan hatine hedefgirtin. Hate zanîn ku di êrişeke li dijî Baregeha Hewayî ya Emîr Sultan a li Erebistana Siûdî 5 balafirên sotemeniyê yên DYAyê zirar dîtine. Li gorî agahiyên çavkaniyên Amerîkî balafiran zirar dîtine lê bi tevahî derveyî xebatê nemane. Li gorî agahiyên dawîn bi kêmanî 7 balafirên sotemeniyê yên DYAyê di êrişan de zirar dîtine an jî îmha bûne.
Balafira DYAyê li Iraqê ket
Di pêvajoya êrişan de balafireke KC-135 li Iraqê ket. Di encamê de 6 endamên tîma balefirê hatin kuştin. Çavkaniyên Îranî îdia kirin ku balafir berî ku bikeve ji hêla pergala parastina hewayî ve hatiye xistin. Lê DYAyê destnîşan kir ku balefir ji ber sedemek din a teknîkî ketiye.
Li Bexdayê teqîn zêde dibin
Di heman demê de li paytexta Iraqê Bexdayê jî rêze teqîn hatin ragihandin. Li taxên El Erasat, Zayûne û El Seydiye teqînên mezin çêbûn. Çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku balyozxaneya DYAyê ya Bexdayê hatiye hedefgirtin. Di encama teqîn û êrişan de windahiyên mirovîn çênebûn lê zirarên madî derketin holê.
Êrişên Îranê li dijî kurdan didomin
Êrişên Îranê yên li dijî kurdan jî berdewam dikin. Di rojên dawîn de li herêmên Hewlêr, Silêmanî û herêmên sînorî êrişên moşek û dronan li dijî baregehên partiyên kurd pêk hatin. Di encama van êrişan de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî, di heman demê de êrişên bi dronan û moşekan li hin cihên stratejîk ên li Iraq û herêmên din jî hatine kirin û ev yek fikara berfirehbûna êrişên Îranê zêde dike.
IDF û CENTCOM: Li 20 hezar 500 hedefan hate xistin
Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku di 24 saetên dawîn de gelek êrişên hewayî li dijî hedefên Îranê pêk anîne. IDF di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên hewayî yên Îsraîlê li gelek noqteyên stratejîk dane. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku di 48 saetên dawîn de bi hevkarîya Îsraîlê re li herêmê operasyonên hewayî û dronan hatine meşandin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê heta niha bi serê li 15 hezar hedefan û bi Îsraîlê re jî li 5 hzar û 500 hedefan xistine.
DYA leşker şandin herêmê
Rêveberiya DYAyê ku heta niha operasyonek bejahî qet negirtibû rojava xwe duh ragihand ku 2 hezar û 500 leşkerên piyadeyên deryayê dişîne Îranê. Wezareta Şer a DYAyê ragihand ku ji bo zêdekirina parastina baregehên Amerîkayê li herêmê 2 hezar û 500 leşkerên piyada hatine şandin. Washingtonê diyar kir ku ev leşker dê li baregehên Amerîkayê yên li Iraq, Kuweyt û herêmên din bi cih bibin.
Windaheyên hêzên DYAyê
Ji destpêka şerê di 28ê Sibatê de herî kêm 13 leşkerên DYAyê di êrişan de hatine kuştin. Medyaya Amerîkî ragihand ku nêzîkî 200 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûne û nêzîkî 170 ji wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser erkên xwe. Di 1ê Adarê de jî di êrişeke dronî de li bendera Şueyba ya Kuweytê 6 leşkerên amerîkî hatin kuştin.
Trump: Îran lihevkirinê dixwaze lê ez qebûl nakim
Serokê DYAyê Donald Trump li ser medyaya xwe ya civakî got ku Îran di rewşa têkçûnê de ye û lihevkirinê dixwaze. Trump wiha got: “Medyaya sexte serkeftinên mezin ên ku hêzên Amerîkayê li dijî Îranê bi dest xistine nîşan nade. Îran niha di rewşa têkçûneke mezin de ye û lihevkirinê dixwaze. Lê ez lihevkirinê qebûl nakim.”
‘Îran teslîm nebe emê perçe bikin’
Trump di daxuyaniyeke din de jî hişyarî da Tehranê û got ku ger Îran heta roja cejna Remezanê teslîm nebe, dê Washington operasyonên xwe zêde bike. Trump ev gef xwar: “Ger Îran heta cejnê teslîm nebe, em dê wê parçepare bikin. Li herêmê gelek kom û gel hene ku mafên xwe dixwazin.”
‘Kurd dê axa xwe bigirin’
Trump di heman daxuyaniyê de navê Kurdan jî anî ziman û ev tişt gotin: “Kurd jî dê para xwe ji welatê ku tê parçekirin bistînin. Ew şervan û hevalbendên pir baş in.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî di daxuyaniyeke xwe de got ku hêzên Îsraîlê dê êrişên xwe li dijî Îranê berdewam bikin. Netanyahu diyar kir ku IDF bi hevkarîya hêzên Amerîkayê li herêmê operasyona xwe didomîne û armanca wan ew e ku kapasîteya leşkerî ya Îranê bi awayekî mezin têk bibin.


