Şerê Kobanê ne tenê bi çekan pêk hat
Dema em dibêjin DAIŞ dema em dibêjin YPJ-YPGê mirov carekî din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş de dizivire û dikeve nava gengaşeyekî mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî de.

Dema em dibêjin DAIŞ dema em dibêjin YPJ-YPGê mirov carekî din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş de dizivire û dikeve nava gengaşeyekî mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî de. Gelo di dîrokê de herdemê mirov xwestiye ku azad bijî?
Di dîroka her netewekî de cihê serpêhatî û destanên wan hene. Hindek cara hin tiştên biçûk hene çiqas dikarin mezin bibin; yek ji wan jî cihê rumet û bexteweriyê, bajarekî biçûk yê ber ava firatê ku milê wî deşt nêzî Deşta Heranê ye ango bajarê Kobanê ye.
Li ser vî erdnîgariyê gelek serpêhatî, çîrok, destan derketine. Ev jî destanekî ji wan destanê ku di dîroka netewa kurd de û di dîroka hemû mirovatiyê de ew cihê biçûk yê ku di xertîteyê de wekî dilopek ji avakêye; çawa mezin bû gerdûnî bû û bû malê hemû mirovatiyê. Ew jî bajarê biçûk yê Kobanê yê ku şahidîtiya bi hezaran keç û xortên ciwan û herkesekî azadîxwaz kir. Çawa ‘biçûk’ dikare mezin bibe û gerdûnî bibe; bibe hêvî, bibe cihê rumetê û kerametê.
Dema mirov dibêje ‘Kobanê’ tiştek tê bîra mirov ku ew cihê şunwarê merdana ne, ew cih şunwarê pêxembera ne, ew cihê şunwarê gavê pîroz li ser vê xakê hatiye avtinin. Ev tiştekî tesaduf nîne ji ber dîrok zindiye û bi ruh e herdemê xwe nûjen dike. Çawa ku Hz. Îbrahîm ser wê erdnîgariyê derbas bû Rêber Apo jî di heman cîhî de di heman bajarî ji heman erdnîgariyê derbas bû. Çawa ku Hz. Îbrahîm li hemberî Nemrûdan Rêber Apo jî li hemberî faşîzma dewleta tirk li hemberî neheqiyê heman erdnîgariyê de serî rakir. Nemrudê serdemê cunta dewleta tirk bû. Ji wê rojê heta îro herdemê ev bajar bû cihê welatparêziyê. Bû cihê merdan, bû cihê hêviyê, bû şûnwarê fedaiyane yê keç û xortên kurdan.
Salvegera Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê yê ku gerdûnî bûye bêguman ji ber xwe ve nehat; gelek bedel, gelek têkoşînên bêhempa hatin meşandin ji ber wê 1ê mijdarê bû roja ‘Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanî’ li wir qêrînek derket, li wir dengek derket ew deng belav bû berbelav bû, bû pêl, bû ba û bablîsok sînoran derbas kirin û derbasî her cîhekî bû. Êdî ev roj bû rojekî gerdûnî ji bo mirovatiyê.
Gelo çima cihan ev roj wek roja Kobanê ya cihanê hilbijart?
Dema em dibêjin DAIŞ dema em dibêjin YPJ-YPGê mirov carekî din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş de dizivire û dikeve nava gengaşeyekî mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî de. Gelo di dîrokê de herdemê mirov xwestiye ku azad bijî? Dema em li Rojhilata Navîn dinêrin bi taybet jî li Mezopotamya dinêrin meydika mirovatiyê ya ku mirovan li vir xwe afirandine, jiyan dîtine, hêvî dîtine û ji bo jiyanekî bextewer têkoşînekî çawa dane baş dibîne. Ev dîroka ku hatiye honandin bi fikir û ramanê jin ya ku derdora xwe civak, zanist, hêvî, nûjentî, evîn, heqîqet honandiye, tevna jiyanê vedaye û rastiya jiyana rast rêsaye em dibînin bi destê jina xwedawend hatiye çêkirin. Ji ber wê bû ku pergala mêr a serwer ya zalim xwe kom kir û bi taybetmendiya hesûd li hemberî xwedawenda Tîamat hev û din girtin, grubê xwe çêkirin wekî qatîlê qastîk xwe di nava dîrokê de kombûn carekî din hemberî xemla ku hatiye çêkirin, ev jiyana wekî bihûştê hatiye afirandin û wekhevî, evîntî û demokrasî heyî li hemberî vê carekî din li hemberî jin ketine nava şerekî û şerekî dane meşandin. Lê dema em carekî din vedigerin roja xwe ya îro şerê ku li Kobanê hatî meşandin hêzê DAIŞê ku di bin navê îslamiyeta tund-derew de xwestin mirovatiyê tûne bikin; tarîtiyê, kaosê û neheqiyê bikin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê û dayika xwedawend ya ku vîna jiyanê rêsandiye û neqiş kiriye dixwestin bi tariyê carekî din hunda bikin. Ev qatîlê vê serdemê, serdema 21emîn qatîlê qastîk DAIŞ bixwe ye. Li hemberî vê neviyê huriyan jinên xwedawend yê ku tîhnbûna bîra azadiyê dil û mêjiyê xwe kiribûn çeper keç û xortên kurdan, yê ku ji evîna azadiyê sermest bibûn li hemberî qatîlê qastîk DAIŞê dest bi cengekî bêhempa kirin. Ew bi çeka destê xwe, DAIŞ jî bi hemû derfetê ku ji wan re hatibûn dayîn ango bi çekên pêşketî şerekî asîmetrîk dane meşandin. Lê wana tiştekî jibîr kiribûn ku ew keçên


