Serkeftina kurdan a Rojava

Kurdan li dijî van êrişan li hemû qadan berxwedaneke dîrokî dan. Ji Bakur heta Rojhilat, ji Başûr heta Ewropa û nemaze li rojavayê Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî çalakiyên mezin li dar xistin û hemû planên di dewrê de teşhîr kirin.

1 deqe xwendin
Serkeftina kurdan a Rojava

Rojger Botan

Di 4ê çileyê de hatibû zanîn ku heyetek ji HSD û MSDê li paytexta Sûriye Şamê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li ser entegrasyona demokratîk, statuya HSDê û mafên gelê kurd û gelên din ên Sûriyeyê dijîn civiyan. Civîn ji aliyê hin kesan ve bi carekê hatibû birîn.

Piştî vê demê di 6-7ê çileyê de desthilatdariya Ahmed Şara û çeteyên HTŞê bi planeke dewletên kapîtalîst êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Bi van êrişan careke din û bi berfirehtir planên îmha û înkarkirina kurdan xistibûn meriyetê. Nemaze dewleta tirk bi çavên sorkirî careke din pêvajoya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat û pêşengiya êrişên Rojava kir.

Dewleta tirk, dema ku mijar dibe destkeftiyên kurdan hemû nirxên mirovahî û civakî li aliyekê dihêle û bi dijwarî êriş dike. Bi êrişên Şêxmeqsûd ê Eşrefiyê re ev rewş careke din hat dîtin.

Vê carê plana pergala kapîtalîst tunekirina hemû nirx û destkeftiyên kurdan bû. Lewra di destpêka êrişa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hemû raya giştî ya cîhanê û welatên cîhanê ker, kor û lal bûn. Ji ber vê rewşê dewleta tirk û çeteyên HTŞê ji vê bêdengiyê hêz girt û qada êrişan berfirehtir kirin.

Armanca yekemîn a êrişên rojavayê Kurdistanê daxwaza şerê navbera kurd û ereban bû. Lewma ji bo vê gelek eşîr ê kesayetên ereb hatibûn amadekirin. A duyemîn, bi fetisandina Rojava re dê êriş bibirana ser statuya başûrê Kurdistanê û bi vê yekê dê statuya li vir têk biçûya. Ya sêyemîn, heke ev plan cihê xwe bigirta dê li bakurê Kurdistanê gel û Tevgera Azadiya Kurdî bihata dorpeçkirin û bi vê yekê dê li Rêber Apo gef bixwarana. Di dawiyê de heke bigihîştana armanca xwe dê plana li ser êrişên Îranê bixistana dewrê. Lewra ji bo ku bi rihetî êriş bibirana ser Îranê divê hemû sazî û dezgehên kurdan tasfiye bikirana.

Tê zanîn desthilatdariya AKP û Erdogan bi nefret û tasfiyekirina kurdan hatibû ser kar. Peywira AKPê îmha û înkarkirina kurdan a berfireh bû. Li gel vê pêwîst bû kurd derbasî rojavayê çemê Firatê nebûna. Desthilatdariya AKPê û Erdogan ji bo van peywiran pareke mezin li rojavayê Kurdistanê xwest. Ji ber wê jî bi heweseke mezin 15 sal in pêşengiya hemû çeteyên radîkal û nerm dike. Ji ber vê jî careke din bi çavekî sorkirî koordîneya êrişên 6-7ê çilêyê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Kurdan li dijî van êrişan li hemû qadan berxwedaneke dîrokî dan. Ji Bakur heta Rojhilat, ji Başûr heta Ewropa û nemaze li rojavayê Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî çalakiyên mezin li dar xistin û hemû planên di dewrê de teşhîr kirin. Berxwedana kurdan a 20 rojan nemaze rûye reş ê faşîzma AKP, Erdogan û HTŞê li ber çavên raya giştî ya cîhanê raxist.

Piştî ku bertekên kurdan û dostên kurdan li her derê hatin nîşandan, pergala kapîtalîst di kesayeta rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de neçar ma ku bi paş ve gav biavêje. Ji ber vê jî 28ê çileyê di navbera heyeta HSD-MSD û rêveberiya Şamê de li ser entegrasyona demokratîk, statuya HSDê û Rêveberiya Xweser, perwerde û zimanê kurdî û hwd. civîn hat lidarxistin û HSDê encama vê civînê 30ê çileyê parve kir. Encam çi dibe bila bibe, gelê kurd, suryan û ermen berdêlên giranbuha li rojavayê Kurdistanê dan û daxuyaniya HSDê nîşana vê serkeftinê bû. Bi vî awayî desthilatdariya AKP-Erdogan çarenûsa ku ji aliyê kurdan ve ji wan re hatî nivîsandin û têkçûna xwe ya dîrokî divê qebûl bike.