Serlêdanên atolyeyên kurdî yên MED-DERê dest pê kirin

Serlêdanên atolyeyên Zimanê Kurdî yê MED-DERê dest pê kirin û dê heta 15ê hezîranê bidome.

1 deqe xwendin
Serlêdanên atolyeyên kurdî yên MED-DERê dest pê kirin

Serlêdanên atolyeyên Zimanê Kurdî yê Şaxa Komeleya Lêkolînê Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê dest pê kirin. Qeydên atolyeyan ji bo vê serdemê îro destpêkirin û dê heta 15ê hezîranê bidome. Serîlêdan hem li ser hesabên MED-DERê yê medya dîjîtal û hem jî li saziya MED-DERê ya Amedê dê bên qebûlkirin. Atolye dê hem online û hem jî rû bi rû li saziya MED-DERê ya Amedê bên dayîn. Dersên atolyeyên zimanê Kurdî dê di 20ê hezîranê de dest pê bikin, di heftêyê de 2 roj, rojê 2 saet, di hefteyê de 4 saet bên dayîn. Serdema atolyeyan, dê 3 mehan bidome.

Kesên bi rêk û pêk beşdarî waneyan bibin û bi serkeftî kargehê biqedînin, dê mafê wergirtina Belgeya Serkeftinê bidest bixin.