Şerm: Xezalên tirsiyayî û awirên li Rojava
Sîdar Jîr piştî çîrok û teoriyê vê carê bi cureya romanê li pêşberî xwînerên xwe ye.

Sîdar Jîr piştî çîrok û teoriyê vê carê bi cureya romanê li pêşberî xwînerên xwe ye. Romana Şermê di eslê xwe de romaneke kurt e, ligel ku kurt e jî ji me re behsa gelek serpêhatiyan dike û me ji meseleyekê dibe meseleyeke din.
Berî ku ez derbasî naverokê bibim ez ê bi çend xalan behsa mijarên teknîkî bikim;
Ziman, di romanê de du ziman hatine bikaranîn; yek zimanê romanê bixwe ye ku zimanekî sade ye û li gor mijara xwe hatiye fesilandin; zimanê din zimanê nameyê ye ku ew ziman têra xwe giran û felsefîk e.
Vebêjer, bi giştî kesê/a sêyem e lê di hin cihan de dibe kesê/a yekem.
Ji hêla redaksiyonê ve hin xeletiyên li ber çav hatine kirin (mînak r.37); di gelek cihan de hin hevok nehatine veqedandin lê wek ku paragraf ji nû ve dest pê bike.
Berg serkeftî ye. Berî xwendinê wateya xwe zêde nade der lê piştî xwendinê li gor naveroka romanê û resmên di mejiyên me de saz dibin, dibe xwedî wate.
Honandina bûyeran, bûyerên romanêbi giştî nîvco dimînin û xwîneran dixe nav meraqekê. Derbasbûna bûyerekê ji bo bûyereke din, pir nerm e. Carinan mirov hîs nake ku bûyer guheriye, bûyer wek avê diherikin.
Karakter; Şermîn, Nesrîn, Şêrdil, Xaltîka Dilşa, Serhed, Semra, dê û bavê Şermînê ne.
Di destpêka romanê de em pêrgî rewşeke psîkolojîk tên ku Şermînê bifikar li ser paldankekê rûniştiye û ev rewşa Şermînê ber bi şîzofreniyê ve diçe. Lê piştî ku em çend rûpelan dixwînin û hêdî hêdî xwe bera nav romanê didin bi şûn de, rewş aram dibe, ew gengeşeya psîkolojîk zelal dibe û jiyaneke stabîl dest pê dike. Nivîskar xwestiye di ser jiyaneke rasteqîn re civakek û karekterên îdeal biafirîne û her wiha ji heq hatiye der. Karekterên romanê hemû îdeal in, karekterên xerab tune ne. Her kes ji hev hez dike û li hember xerabiya desthilatdaran ji hev re bûne star. Di bingeha bûyerên romanê de hez heye û di her karekterê (ez dibêjim karekterê ji ber ku karakterên sereke jin in) de derdikeve pêş.
Karekterên sereke


