Sermuzakerevan Rêber Abdullah Ocalan e

Gelo mirov çawa dikare bi kûrahî dest bi honandina hevok û analîzên têkildarê vê pêvajoyê bike ku pêvajoyê li ser esasê çawaniya wê bi tevahî hûrguliyên wê bi raya giştî bide fêmkirin? Hefteya borî...

1 deqe xwendin
Sermuzakerevan Rêber Abdullah Ocalan e

Gelo mirov çawa dikare bi kûrahî dest bi honandina hevok û analîzên têkildarê vê pêvajoyê bike ku pêvajoyê li ser esasê çawaniya wê bi tevahî hûrguliyên wê bi raya giştî bide fêmkirin? Hefteya borî çavên herkesî li çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê bû ku me henaseya xwe girtibû û li benda xeberek xweş a vegera komîsyonê ya ji girava Îmraliyê bûn. Bala raya giştî ya Tirkiyeyê li ser çûyîna komisyonê ya Îmraliyê hatibû kilîtkirin. Çûyîna komîsyonê ya girava Îmraliyê, li seranserê dinyayê deng veda. Piştî hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî û şûnde, hat gotin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk derbasî qonaxeke nû ya avakirina hêza çareseriyê bûye. Ev xebera xweş, li ba gelê kurd bû sedema kêfxweşiyê. Eger ku em îro vê hevokê tînin ziman, di wateya erênî de gava hat avêtin girîngiya xwe gelek e.

Bêguman ev gav hema wilo ji nişka ve nehatiye avêtin. Hetanî kêliya pêkanîna wê jî, di gelek qonaxên zor û zehmet de bi dehan caran li astengiyan qelibî. Di encama hewldan, ked û têkoşîneke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de pêkhatina vê hevdîtina rasterast gelek wateyên xwe yên cuda hene. Piştî vê gava girîng a çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina bi rêzdar Ocalan re pêk anî, rê li ber gelek nîqaşên pûç ên di çapemeniya tirk de hat girtin. Çapemeniya tirk ji nîqaşkirina pêvajoyê zêdetir, muxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nîqaşên provakatîf raya giştî gur dikir. Piştî hevdîtina komîsyonê ya parlamentoyê pêşî li ber wan nîqaşan bi tamamî hat girtin. Ruhê pêvajoyê veguherî rengê esasî yê xeta çareseriya demokratîk. Rê li ber nîqaşên spekulatîf bi yek carê hat girtin. Abdullah Ocalan, weke sermuzakerevanê pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgireka kurd hat guhdarîkirin. Sermuzakerevanê pêvajoya çareseriyê; Rêber Abdullah Ocalan e. Ocalan; weke aktorê sereke yê pêvajoyê muhatab hat girtin.

Tirkiyeyê bi banga Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê re, ji bo meseleya xwe ya esasîya pirsgirêka kurdî li rêbazê çareseriya navxweyî digere. Li rêyên lihevkirinê digere ku ev bi çareserkirina pirsgireka kurdî dikare pêk were. Di vê dema tevlîhev a derbasbûnê ya demokrasiyê de, pêdiviya kurdan a bingehîn bi parastina hiqûqê û misogerkirina mafên zagonî heye ku divê ev maf pêk werin. Yan jî pêvajo bi pêşnakeve. Ji vir û pê ve tiştên esasî ku bên kirin naskirina mafê kurdan e ku divê bên misogerkirin. Pêkanîna edaletê, naskirina hemwelatîbûna azad, wekheviya civakî ya gelê kurd û gelê tirk, pêkanîna hiqûqê û vesazkirina zagonên bingehîn e. Mafên kurdan divê bi guhertina qanûnan werin parastin ku pêvajo li ser herdu lingan bimeşe. Ji dûr ve temaşekirina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk, dê pêvajoyê ber bi encamên serketî ve nebe. Ji bo wê jî pêdivî bi fêmkirin, nirxandinên kûr ên berfireh heye ku gavên dualî yên ji bo çareseriyê bên xurtkirin. Bi danûstandinên li gel civakê, lidarxistina civînên girseyî yên bi hemû bawerî û rengên civakê re pêvajo di nav pêkhateyên