‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

Xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengîya Zarok TVyê di 1ê adarê de êdî li ser qenala fermî ya YouTubeyê ya “Smurfsan” be.

1 deqe xwendin
‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

 Lijneya Weşanê ya Zarok TVyê ragihand ku dê xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengtiya wan di 1ê adarê de êdî li ser qenala fermî ya “Smurfsan (Şînok)” ya Youtubeyê bê nîşandan. Lijneya Weşanê bi serenavê “Hemû rengên cîhanê bi kurdî digihîjin hev!” daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku “Şînok” dê di 1ê adarê de li ser qenala wan a fermî ya YouTubeyê bê weşandin.

Lijneya Weşanê diyar kir ku ji roja yekem ya ku weşana Zarok TVyê dest pê kir, sozek dabû zarokan û wiha got: “Zarokên li seranserê cîhanê li çi temaşe dikin û kêfê ji çi distînin, zarokên kurdan jî dê bi zimanê xwe yê dayikê bigihîjin wan tiştan. Em dê bibin pira van xewnan. Îro, em bi kêf û bi coş in ku me ev soz, li gel hemû astengiyan, gihand qada dîjîtal ya gerdûnî.

Îro, em şanaz in ku me yek ji kevirekê din yê herî şên, rengîn û watedar di vê pirê da bi cih kir. Şînokên ku bi salan ji alîyê gelek nifşan ve wekî sembola qencî û hevaltiyê bi kelecaneka mezin hatine temaşekirin; êdî dê ne tenê li ser ekranên Zarok TVyê bin. Kurdiya Şînokan, ji 1ê adara 2026an pê ve, dê li ser qenala fermî ya YouTubê ya Şînokan, li kêleka zimanên cîhanê cihê xwe bigire.”

Zarok TVyê bi lêv kir ku serpêhatiyên hevalên wan ên biçûk û şîn ku êdî bi ruhê zimanê kurdî hatine xemilandin, serdana malên kurdan li seranserê cîhanê dikin û wiha domand: “Ev pêşketin yek ji wan nîşaneyan e ku hebûna zimanê kurdî ya di cîhana dîjîtal da, bi kalîteya dûblajê ya profesyonel û giringîya xwe ya çandî bûye markayeke cîhanî. Niha zarokek, li ku derê cîhanê be, kêlîya ku serdana qenala YouTubê ya ‘Smurfsan’ bike; ew dê li kêleka bijartekên îngilîzî, fransizî û spanî zimanê kurdî jî bibîne.”

‘Kûvarkên xwe amade bikin’

Zarok TVyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke Zarok TV, vê pêngava dîrokî weha pênase dikin; Ji bo me xelata herî mezin e ku zarokên kurd bi zimanê xwe bikenin û xewn û xeyalan bibînin. Em ne bi tenê zarokan kêfxweş dikin; em xewn û xeyalên zimanekî li cîhanê belav dikin. Ji bo me pêşketineka gelekî biqîmet e ku lehengên ku zarokên kurd herî zêde jê hez dikin, bi zimanê wan, li ser platformên dîjîtal yên herî mezin yên cîhanê bibêjin ‘Em jî li vir in’. Di 1ê adarê de, ne bi tenê dengê Şînokan lê her wiha kêf û coşa ruhê zimanê kurdî jî dê li cîhanê belav bibe.”

Zarok TVyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev agahî dan: “Şînokên ku kadroya dûblaja profesyonel ya Zarok TVyê deng dane wan, ji bo zarokên kurd; bi temamê zarokên cîhanê ra di heman demê de û bi heman kalîteyê û ya herî giring jî bi zimanê wan êdî berdest in. Bi ked û xebata 11 salan, werger û dûblaja bikalîte ya Zarok TVyê, êdî di asta standardên cîhanê de hatine pejirandin. Ji 1ê adara 2026an û pê ve, zarok û malbatên li seranserê cîhanê dê bikarin serpêhatiyên efsaneyî yên Şînokan bi îmzeya Zarok TVyê û germahîya zimanê kurdî temaşe bikin. Me gotina xwe ya ‘Zarokên kurd dê her wekî zarokên cîhanê, xwedî heman maf û naverokan bin’ bi cih anî û loma em gelekî bextewar in.

Kûvarkên xwe amade bikin, ji nava daristanê awazeka bi kurdî bilind dibe! Em bang li hemû gelê xwe dikin ku vê serkeftina dîrokî bi me ra pîroz bikin û bi zarokên xwe ra tev li rêwîtiya nû ya Şînokan bibin. Dahatî, dê bi xeyalên zarokan yên bi zimanê dayikê teşe bigire.”