Sîwana hemû bawerî û civakan: MSD
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi modela rêveberiya xwe ji bo gelên cîhanê dibe mînak. Her netewe, civak û bawerî dikarin xwe bi rêxistin bikin û nirxên xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi modela rêveberiya xwe ji bo gelên cîhanê dibe mînak. Her netewe, civak û bawerî dikarin xwe bi rêxistin bikin û nirxên xwe biparêzin. Hemû bi hev re di nava yekîtî, wekhevî, aştî û jiyaneke kolektîf de dijîn. Pêkhateyên ku ji kurd, ereb, suryan, asûr, tirkmen û ermanan pêk tên bi reng û baweriya xwe dibin banekî de dibin yek. Bi hev re siberoja xwe diyar dikin. Vê yekê jî bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêk tînin. MSD bi pergala xwe ji bo hemû gelên cîhanê dibe mînak û hêz. MSD hevbendiyeke siyasî ya niştimanî, civakî û çandî ya Sûriyê ye. Ji partiyên siyasî, hêzên sivîl û civakî, kesayetiyên çandî û civakî û rêxistin û tevgerên femînîst û ciwanan pêk tê. MSD di 8-9ê Kanûna 2015an de li bajarê Dêrikê hat damezrandin. Beriya ku Meclis bê avakirin, pêwîstî bi berpirsyartiyê û hebûna nêrîneke rêxistinkirî, demokratîk, ku tu bîrdozî nikare wê têk bîbe hebû. Pêdivî bi lêvegereke dûrî berjewendiyên partiyekî hebû. Li ser vê yekê MSD, weke lêveger û sîwana siyasî ya rêveberên xweser û meclîsên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat avakirin. MSDê ji bo pêşniyaza çareseriyeke siyasî ya aştiyane û diyalogê di navbera hemû gel, civak û baweriyên Sûriyeyê de hate damezrandin. Li ser armanc, xebat û pergala MSDê Hevseroka MSDê Leyla Qereman pirsên me bersivandin.
Hûn dikarin hinekî MSDê bidin naskirin. MSD çi karî dike, kengî çawa û çima hat avakirin?
MSD di Kanûna 2015an de li ser vexwendina hêzên niştimanî yên Sûriyeyê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke aloz de ava bû. Di rewşeke ku şer di asta herî bilind de bû û guhertin di hevsengiyên nav Sûriyeyê de hebûn ava bû. Lewra Rûsya û Îranê bi awayekî fermî li ser daxwaza pergala Şamê dest werdan. Ji aliyê HSDê ve bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî kampanyayên azadkirina axa Sûriyeyê ya ji çeteyên DAIŞê hebû. Wisa xuya bû ku rêkeftinek di navbera Amerîka û Rûsyayê de derbarê rojhilat û rojavayê Feratê de jî hebû. Damezirandina MSDê jî di demeke wiha de pêk hat. Wê demê li paytextê Siûdî, Rîyadê konferansek ji bo avakirina hêzeke muxalefeta li dijî pergala Esad hate lidarxistin. Herwiha desteyeke bilind li dijî avakirina MSDê bû; ji bo danûstendinên bi pergalê re hat avakirin. Bi vê yekê pirsgirêka Sûriyeyê ji Sûriyebûnê derket û bû navdewletî û herwiha bû karteke ji bo welatên biyanî da ku wê li dijî hev bi kar bînin. Bû kartek ji bo çareserkirina hesabên di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên ku dixwestin biryara wê ya siyasî desteser bikin. Ji ber vê yekê îsrara hêzên Sûriyeyê hebû ku çareserî di hundirê Sûriyeyê de ye û ne li derve ye û hemû hevdîtinên li derve negihiştin encamekê. Dibe ku hinek mijarên fermî hatin rojevê û hinek aliyan ji wê demê sûd wergirtibin. MSDê ne di nava van civînan de bû, lê bi gelek hêz û welatan re têkiliya wê heye û li ser erdê amade ye. Ji ber vê yekê MSD di 8-9ê Kanûna 2015an de li bajarê Dêrikê, di rewşeke gelek aloz de hat damezirandin. Wê demê mijara herî diyar a qonaxê tundîtûjî û çareseriya leşkerî


