Şoreşa Jîna Emînî ber bi ku ve diçe? -II

Li gor raporta herî dawiyê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka şoreşa gelên Îranê heya niha 458 kes hatine şehîdkirin ku 63 kes ji wan zarok in.

1 deqe xwendin
Şoreşa Jîna Emînî ber bi ku ve diçe? -II

Li gor raporta herî dawiyê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka şoreşa gelên Îranê heya niha 458 kes hatine şehîdkirin ku 63 kes ji wan zarok in. Tê payîn ku heya niha zêdetirî 20 hezar kes jî hatine girtin. Ji van kesan 11 kesên bi îdamê hatine mehkumkirin ku hunermendên weke Saman Yasîn û Tumac Salihî ji Kurdistanê jî di nav wan de hene. Bi sed hezar kes şopînerên wan hene.

Ji 16’ê îlonê ve Kurdistan bêrawestan navend û keleha berxwedana li dijî dewletê ye û hê jî dînamîk a bihêz a kar û xebatên siyasî ji hemû Îranê re ye.

Roja çarşemê di 7’ê kanûnê de li Tehranê li ber Birca Azadiyê gel wiha diqêriya: “Ji min re nebêje fitneger, fitne tu yî sîtemger.” Ev peyameke rasterast ji dîktatorê Îranê Seyîd Elî Xaminêyî re ye, lê bêhn û rengê dirûşmên li Kurdistanê cuda û asta bilind a têgehiştina gelê kurd bêtir ji herêmên din yên Îranê radixe ber çavan.

Çekên şer bi kar tînin

Ji roja 5’ê kanûnê ve dîsa li her dera Îranê grev hene, êrîşên herî mezin li ser civaka kurd hebûne ku hê jî berdewamin. Şeva 7’ê kanûnê “sikansek tirajîk û tije hovîtî” ji terora dewleta Îranê li bajarokê Hesenawa yê nêzî Sine belavî nava torên civakî bû. Hêzên dewletê bi aşkera deriyên malên hemwelatiyan dişikînin û di hewşên malan de bi çekên şer guleyan bera wan didin. Humen Ebdulahî di hewşa mala xwe de hate birîndarkirin û piştre jî ji ber birînên giran û ji destdayîna xwîneke zêde canê xwe ji dest da. Hêzên serkûtger xwestin cenazê wî ji nexweşxaneya Kuser bidizin û li cihekî nediyar veşêrin. Dîktator li her derê ji laşê wan ê bêcan jî ditirsin. Dîmenên wiha tije tirs û wehşet êrîşên Neo-Nazîyan ên li dijî cihûyan bi bîra min de anîn.

Doktoran digirin

Rewş li bajarên Îlam, Bukan, Qorwê, Urmiye, Gengeçîn, Bane, Rewanser, Abdanan, Kirmaşan, Kamyaran, Seqiz û herêmên din ên rojhilatê Kurdistanê awarte û dîsa jî gel bi israr li ser şoreşa Jin-Jiyan-Azadî bi rêyên cûr bi cûr hêz û kîna xwe raberî rejîma totalîter a Îranê didin. Tevî êrîşên kuştinê sedan kes jî di van sê rojên derbasbûyî de li Kurdistanê hatine girtin. Her wiha kesên ku bi awayekî bêrawestan di çalakiyan de beşdar in, têne teqîbkirin û girtin. Dijwarî û pirsgirêkên mezin li ber rêxistinên mafê mirovan û ragehandkarên kurd û biyanî hene û ew jî têne girtin û kuştin. Bi ser hev de di sê rojên derbasbûyî de tevî hemû zext û zehmetiyên ku ji gel re derxistine, lê rojhilatê Kurdistanê hemû dikan û cihên xwe yê kar daxistin û li bajarên weke Qorwe bêtirs ketin nava kûçe û kolanên bajar. Girtina doktorên xwedî wijdan ku rastiyên nava nexweşxaneyan beyan dikin bi awayekî veşartî didome û li cihên ku kes nizane li kudere têne destserkirin. Dr. Îman Newayî yek ji wan kesane ku li nexweşxaneya Kuser a bajarê Sine hatiye girtin û kes nizane li kuderê ye. Mihemed Yusif Mihemedzade 16 salî ji Abdanan, Nesîm Merduxî ji Sine û Eşkan Nosretiyan (16 salî) hatine girtin û cihê girtina wan jî ne diyar e. Ciwanê kurd Sipêhr Ezemî ji bajarê Sehnê yê wilayeta Kirmaşan ku di