Suheyla Taş û Nûrcan Aslan hatin berdan

Suheyla Taş ku du caran serbestberdana wê hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê derket. Nûrcan Aslan a  11 salan girtî ma jî ji Girtîgeha Erzînganê derket.

1 deqe xwendin
Suheyla Taş û Nûrcan Aslan hatin berdan

Suheyla Taş ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê du caran serbestberdana wê taloq kiribû, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa F ya Sîncanê hat berdan. Suheyla Taş ku di sala 2017an de li Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat pêşwazîkirin.

Nurcan Aslan jî 11 sal in girtiyê ji Girtîgeha Erzinganê tehliye bûn. Malbata Nurcan Aslan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên TUHAY-DERê pêşwaziya Ardil Çeşme û Nurcan Aslan kirin.