Sûriye dê cara yekem nasnameyê bide kurdan
Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê diyar kir ku wê ji 6ê nîsanê ve dest bi tomarkirina navên kesên ku bênasname ye bikin.

Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Karûbarên Sivîl Ziyad El Ayiş ragihand ku wê ji 6ê nîsanê ve dest bi wergirtina daxwaznameyên kurdên ku qeydên wan nînin bê kirin. Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi rêya malperên xwe yên fermî ragihand ku komîte û navendên pejirandî dê li parêzgehên Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêrazorê dest bi wergirtina daxwaznameyan bikin, da ku kar û xebat bi rêkûpêk bimeşin û barên li ser welatiyan kêm bibin.
Wezaretê destnîşan kir ku qonaxa yekem li ser wergirtina daxwaznameyan û kontrolkirina belge û îsbatên pêşkêşkirî li gorî prosedurên qanûnî yên têkildare, ji bo amadekariya temamkirina prosedurên pêwîst a dayîna hemwelatîbûnê.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera di 16ê çileyê de fermana qanûnî ya hejmara 13an a sala 2026an derxist. Hat gotin ku welatiyên kurd beşek resen ji gelê Sûriyeyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya sûriyeyî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirine.


