TCŞ û YJC: Rêber Apo xeta me ya sor e
Ciwanên li Kobanê ku di bin dorpêçê de ne, komploya 15ê Sibatê bi çalakiyekê şermezar kirin û gotin: "Rêber Apo xeta me ya sor e."

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yeketiya Jinên Ciwan ên li Kobanê, li dijî 27emîn salvegera komploya 15ê Sibatê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiya "Rêber Apo xeta me ya sor e" li qada Jina Azad a bajarê Kobanê li dar xist.
Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin dest bi çalakiyê kirin. Piştre Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kobanê Avaşîn Misto got: "Em vê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Em ê her tim li ber xwe bidin, heta kêliya dawiyê."
Avaşîn Misto anî ziman ku ew ê wek ciwan berxwedana xwe xurtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.
Ciwanan çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî kirin.


