Tê payîn ku Trump bi Îranê re li hev bike

Trump hêvî dike ku meha li pêşiya me bi Îranê re li hev bike! Serokê DYEyê Donald Trump diyar kir ku dibe ku meha li pêşiya me ew bi Îranê re li hev bikin.

1 deqe xwendin
Tê payîn ku Trump bi Îranê re li hev bike

Donald Trump têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê hişyarî da ku ger di encama hevdîtinên li gel DYEyê tên birêvebirin de lihevkirinek pêk neyê dikare ‘’encamên gelekî trawmatîk’’ derkevin holê.

Trump roja Pênçşemê ji çapemeniyê re axivî û got: ‘’Divê em bi Îranê re lihevkirinekê bikin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê meha li pêşiya me li hev bikin. Ger hewce bike û çi qasî berdewam dike jî ez ê biaxivim.’’

Trump anî ziman ku lê belê ger lihevkirin pêk neyê wê encam ‘’gelekî trawmatîk’’ bin û peyameke eşkere da rêveberiya Tehranê.

Trump ev daxuyanî, piştî seredana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya ji bo Washingtonê da.

Tê diyarkirin ku di hevdîtinên li Koşka Spî de dosyaya Îranê û hevdîtina nerasterast ya nû li Ummanê di navbera Washington û Tehranê de hatiye destpêkirin, hatiye nîqaşkirin.

Her wiha Trump Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî rexne kir. Trump bi hinceta ku Herzog têkildarî darizandina Netanyahu ya ji ber dozên gendeliyê rayeya xwe ya efûyê bi kar neaniye ew rexne kir û got ku ‘’divê ew ji xwe fedî bike.’’

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî piştrast kir ku daxwaza Netanyahu ya têkildarî efûyê tê lêkolînkirin lê belê ew ê di vê doza ku Serokwezîr ji ber sûcdariya gendeliyê tê darizandin de li hemberî tu zextan stûyê xwe xwar neke.

Ofîsa serokkomariya Îsraîlê jî daxuyaniyek da û got: ‘’berovajî gotinên Serok Trump, Serok Herzog têkildarî vê mijarê hê biryarek nedaye.’’