Tehma xwê
Nizanim bi we jî wisa ye, yan na!Tehma şoriyan cur bi cur e;şoriya tirşiyê, ya sûravkê, ya dew, ya mirtoxê…Ez ji şoriyê aciz nabim, şorkirina peyv û helwestê ne tê de, ji şîranî, ji tirşî, ji tehlî,...

Nizanim bi we jî wisa ye, yan na!
Tehma şoriyan cur bi cur e;
şoriya tirşiyê, ya sûravkê, ya dew, ya mirtoxê…
Ez ji şoriyê aciz nabim, şorkirina peyv û helwestê ne tê de, ji şîranî, ji tirşî, ji tehlî, ji tûjiyê jî… Ji her cure tehmê hez dikim. Rewşeke awarte!
Lê nizanim çima, cihê tehma xwê ya şoriya wê li cem min cuda ye, bi awayekî derasayî… nizanim hûn çawa nin!
Wexta em zarok bûn, ava behcana tunebû, diya me rûnê nîvhişk an jî sîravk di ser nanê me dida û em dibeziyan lîstikan. Helbet rûnê nîvhişk bi destên her kesî nediket, dima sîravik, lê tehma wê çiqasî xweş bû. Tenê ez vê bibêjim; sîravk, binmayîna kelandina rûnê malê ye, nîvhişk bi xwê tê kelandin, rûnê malê bi ser dikeve, xwê û rûnê binî bi dilînî hevdipêçin nav êdî sîravk e.
Paşê ew ê mirtoxe derkeve, li ser mîrata wî rûnî, lê mirtoxe bi xwelêpêçana ardê qelandî, ji sîravkê vediqete, lê pir dişibin hev, ji aliyê tehmê ve… Ha mirtoxe jî ne hindik e ha… dijbera li hemberî xwe naxwaze, dîlberek wilo nazenîn!
Ez ê serê we biêşînim.
Ku mirov tehma jiyana xwe ranexe berçavan, belkî mirov ji hebûna xwe fêhm neke. Wek ku mirov ji sosyaliya civaka xwe, ji tarîxa malbata xwe ya gelê xwe bi dûr be, dê wisa fêhmkirina hebûnê her tim kêm, bêkes, stûxwar û qels be…
Xwê, têkildarî “xwe”, “ruh”,“xwêdan” “derûnî” û “hebûnê” ye. Li aliyekî din, bêxwêtî dibe sedema qelsiya hestî û anatomiya candaran û mirovan, dawiyê ku mirov gihaşt û pê ve zêdeya wê xetere ye, yanî xwê ne tiştekî ji rêzê ye.
Îca “xwê-xwe-xwebûn” hîmê asasî yê hebûnê ye, masûlkê pişta mirov e ku mirov dike “xwe” û dikaribe bi “xwebûnê” têkeve nav civak û jiyanê. Yanî bi wê mirov dibe “kes” û tev li civakê dibe bi îradeya xwe…
Belê, ez wisa difikirm. Wekî din, neqandin e, bijartin e, tercih e…
Dema ku beden dibetile “xwê”ya zêde tavêje tev li avê û dibe “xwêdan” mirov rihet dibe, bêhn li mirov fireh dibe. Ê ma tehma xwêya xwêdanê, ew şoriya xwêdanê çiqas xweş û biekl e! Ku xwêdan ji eniya mirov diherike devê mirov, lêv wek ku ji tîbûnê bifilite, wek ku nehne bi qirikê keve. Tew xwêdana bedena yarê ya navbera her du memikan! Hayho..! Tehma xwê wê demê tehma jiyanê ye. De va hişê min çû! Biborin.
Gelo we di qelqija nav rojê de palehî kiriye, palehiya ceh, genim an jî nîskan… geh bi dasa palehiyê, geh bi destan, dest ji modernîteya niha berdin, hebikî herin beriya wê… ku berê dawîn ê selawatan be, kêf kêfa we ye, lewra paleyî diqede û xwêdan wek şirika biharê diherike, ha ev tehma kedê ye. Rewş di her karî de wiha ye, geh li sê compîturê geh di ewrazekî çiyê de, xwêdana bedenê ya kedê afirînereke û tehma di binê zimanê mirov de wek şîraniya bihuştê ye, tehma hebûnê bixwe ye.
Nizam hûn li çol û çiyayan an li mêrg û peyarêyên bajaran meşiyane, belê, mitleq… li pey pez, li pey neqlên qût, an jî karwanek, karwanekî rêdûr, rê çi be, lê dem jî awarteyek e, em bibêjin hûndi taveheyvekê yan jî di bin hûrbaraneke biharî bi refeke gerîla re di meşê de ne! Û meş naqede, nav qolincên we wek Çemê Bûnisra ye, diherike xwêdana ku bedenê sivik dike, diherike û ber bi armancê difirîne. Bêhna vê xwêdanê bêhna evînê ye, naqede, kevn nabe wek parfûm-lewanteya herhebûna abadîne.
Ger we şivanî kiribe, an jî li gund jiyabin hûn ê baş fêhm bikin ku tehma xwêya ser tehtikan ji pez, nexasim ji peza reş re tê çi wateyê û çiqas bi tehm e. Nifşê min destana “kotan” an jî wek filma Yilmaz Guney “Kizilirmak-Karakoyun; Mîha Reş û Çemê Sor” ku bi ya min hatiye erzankirin, lê wê sahneya ku Şivan bi pez re sê rojan xwê-xwêya ziwa dixwar û bendewariya hêviyê pir balkêş e, bi bîr bînin û di derûniya min de zîl daye bûye qorziyek dilê min. Nayê jibîrkirin ku di girtîgehê de em diketin Greva Birçîbûnê û xwarina xwêya ziwa qedexe bû, divê ava şor bihata vexwarin, lê min guh nedida wê ceger parçe bibe, bila parçe parçe bibe, bibe cegera bixwîn-Cegerxwîn- her û her xwêya ziwa li


