‘Têkçûna kurdan tê wateya mayîna DAIŞê’

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku kurd tenê hatine hiştin û wiha hişyarî da: “Man û nemana kurdan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna kurdan tê wateya mayîna DAIŞê.”

1 deqe xwendin
‘Têkçûna kurdan tê wateya mayîna DAIŞê’

Assita Kanko ya ku endama Tevgera Flaman a Nû (N-VA) ya Belçîkayê ye, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd rasterast dibin hedef û divê Ewropa helwesteke zelal û biryardar nîşan bide û got: “Îro kurdên Sûriyeyê bi tenê ne, ji aliyê me ve hatine terkirin. Kurd bi salan di refên herî pêş de li dijî DAIŞê şer kirin. Vê yekê ji bo azadiya me kirin. Ji bo parastina ewlehiya me ya hevpar a li Ewropa û dervayî wê, ne tenê ji bo civaka xwe, bi hezaran can dan.”

Assita Kanko bal kişand ser wê yekê ku kurd li dijî pêkhateyên cîhadîst ên ku jinan dikin kole, êzidiyan zindî dişewitînin û bi serjêkirinê hêzê digirin mutefîkên Ewropayê ne û got: “Ew mutefîkên me bûn li dijî terorîstên ku jinan dikin kole, êzidiyan zindî dişewitînin û ji bo li hin herêmên Sûriyeyê hêzê bi dest bixin seran jê dikin. Gelo em ewqas sist bûne ku em çavên xwe ji tunekirina mutefîkên xwe re bigirin? Wan ji bo me şer kir; di nav wan de jinên ku dîsa ji bo me di refên herî pêş de bûn jî hebûn.”

Assita Kanko diyar kir ku destkeftiyên kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin xetereyeke mezin de ne û got ku pêşveçûna hikûmeta veguhêz, destdanîna ser axê û nêzîkatiyên ku belavkirina xweseriya kurdan dikin hedef, îstîqrara hesas dixe metirsiyê. Assita Kanko anî ziman ku dîmenên hefteyên dawî derketine holê raya giştî ya cîhanê hejandiye û wiha axivî: “Bombebarankirina bêserûber a taxên kurdan, kolekirina jinan, înfazkirina dîlên şer û vekirina girtîgehên ku cîhadîst tê de ne, divê mijarên sereke bin ku em bala xwe bidin ser.”

Assita Kanko destnîşan kir ku ev geşedan ji bo Ewropayê jî gefeke rasterast e û got: “Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin. Beriya du hefteyan li ber deriyê Reqayê hildana ala DAIŞê, hişyariyeke tirsnok bû ku divê em rabin ser piyan û bikevin nav tevgerê.” Assita Kanko diyar kir ku tevî agirbestan jî li derdora Kobanê binpêkirin berdewam dikin û got ku modela rêveberiya berfireh a li ser bingeha mafên jinan û parastina kêmneteweyan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Assita Kanko aşkere bang li Ewropayê kir û wiha got: “Em nikarin kesên ku li dijî dijminên me yên hevpar şer dikin bi tenê bihêlin. Divê Ewropa bi biryardarî tevbigere. Bêdengî û bêçalakî li hemberî vê metirsiyê îxaneta li nirxên azadî, rûmeta mirovî û piştgiriyê ye û me hemûyan dixe metirsiyê.” Assita Kanko dubare kir ku kurd heqê ewlehî, naskirin û pêşerojeke dûrî zilmê dikin û wiha bi dawî kir: “Beriya ku dereng bibe dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê bêyî dudilî li cem kurdan bisekine. Man û nemana wan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna wan tê wateya mayîna DAIŞê. Em vê naxwazin.”

Assita Kanko herwiha destnîşan kir ku wekî endama Parlamentoya Ewropayê dê her dem li cem vê têkoşînê be.