Têkoşîna civaka polîtîk û exlaqî
Parlamenter û hevserok divê li dijî asîmîlasyonê seferberiyeke çandî bidin destpêkirin. Avakirina konserwatuarên kurdî, akademiya jinan, koperatîfên ekolojîk û navendên ciwanan ên ku li dijî tiryakê hişmendiyê ava dikin, erkên sereke ne. Heke saziyên me nekaribin ciwanan ji bandora rêzefilmên qirêj biparêzin û modela jiyana azad pêşkêş bikin, wê demê sîstema serdest wê valahiyê tije bike.

Li bakurê Kurdistanê îro em ne tenê bi dagirkeriyeke fizîkî, lê bi dagirkeriyeke çandî, ruhî û hişmendî re rû bi rû ne. Sîstema serdest a li Tirkiyeyê, dema dît ku bi rêyên leşkerî û polîsî nikare îradeya gelê kurd bi temamî bişikîne, serî li rêbazên Şerê Taybet da. Ev şer rasterast enerjiya civakê, exlaqê wê û bingeha wê ya dîrokî hedef digire. Ji bo fêmkirina vê rewşê û avakirina rêyên têkoşînê, pêwîst e em paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a ku li ser sê stûnan (demokrasî, ekolojî û azadiya jinan) hatiye avakirin, wekî nexşerêya sereke bidin ber xwe.
Dewlet bi rêya saziyên xwe yên şerê psîkolojîk, bi zanebûn çanda lumpen û jiyana bêexlaq di nav civakê de belav dike. Rêzefilmên mafyatîk ên ku tê de tundî, çek, desthilatdarî û bêrêziya li hemberî jinan tê pîrozkirin, ne tesadufî ne. Armanca dewletê ji vê yekê ew e ku modela ciwanên kurd biguherîne; li şûna ciwanê/a polîtîk, şoreşger û welatparêz, ciwanekî/e ku li pey hêza mafyatîk, pereyê hêsan, tiryak û zewqên rojane ye biafirîne. Ev yek di bingehê de operasyona valakirina hundirê civakê ye. Dema ku civakek ji nirxên xwe yên exlaqî were qutkirin, parastina wê ya cewherî dirûxe, lewaz dibe û asîmîlasyon hêsantir dibe.
Bûyerên dawî yên li Sêwêreg û Mereşê, ku zarokan bi çekan êrişî dibistanan kir, nîşaneya herî biêş a vê şikestina civakî ye. Ev sendroma civakî nîşan dide ku zarokên kurd di navbera zimanê dayikê û zimanê pergala asîmîlasyonê de parçe bûne û ji ber valahiya nasnameyê ber bi tundiyê ve diçin. Ev ne sûcê zarokan e, encama wê rizandinê ye ku sîstem li ser civakê ferz dike. Heke zarokek li şûna pirtûk û hunerê, bi şêwazên mafyatîk tevdigere, ev tê wê wateyê ku sîstema me ya perwerdeya civakî ketiye bin metirsiyê.
Heman rewş ji bo belavkirina radîkalîzma selafî-îslamî jî derbasdar e. Dewlet dixwaze bi rêya van koman, îslama civakî ya demokratîk û çanda baweriyê ya resen wekî elewîtî û êzidîtî, tune bike û li şûna wê hişmendiyeke tarî ya ku dijminê jinan û nasnameya kurdî ye, bi cih bike. Bi taybet li bakurê Kurdistanê bi rêyên hin hevkaran bipêşxistina olî bi vê armancê ve girêdayî ye.
Li hemberî vê qirêjiya sîstematîk, Rêber Apo ‘Civaka Polîtîk û Exlaqî’ wekî mertalê herî mezin nîşan dide. Civaka polîtîk ew civak e ku li benda dewletê namîne da ku pirsgirêkên wê çareser bike; ew civak e ku bixwe biryarê dide û xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji bo vê yekê, divê her tax, gund û bajar bibe keleha parastina cewherî. Ger bi vê hişmendiyê civak xwe birêxistin bike wê bikaribe xwedî li hebûn û nasnameya xwe ya resen derbikeve.
Divê em bizanibin ku birêxistinbûna civakî ne tenê avakirina saziyan e; ew avakirina hişmendiya hevpar e jî. Divê civak li dijî talana xwezayê, li dijî firotina tiryakê, li dijî bipêşxistina fihûşê û li dijî asîmîlasyona ziman bibe yek deng. Dema ku em dibêjin xwedîderketina li nirxan, em qala parastina zimanê dayikê, parastina bîra dîrokî û parastina keda jinan dikin. Civakeke ku dîroka xwe ji bîr bike û li ser axa xwe wekî biyanî bijî, nikare li ber xwe bide.
Di vê têkoşînê de erkeke dîrokî dikeve ser milê parlamenter, hevserokên şaredariyan û saziyên sivîl. Divê ev aktorên siyasî tenê di nav çarçoveya qanûnên dewletê de nemînin. Şaredarî divê tenê wekî saziyên xizmetguzariyê yên mîna rê, av, kanalîzasyon neyên dîtin; her şaredarî divê bibe Navenda Hişmendiya Civakî. Rê nîşanî civakê bide da ku jiyana komunal û hevgirtî were bipêşxistin.
Parlamenter û hevserok divê li dijî asîmîlasyonê seferberiyeke çandî bidin destpêkirin. Avakirina konserwatuarên kurdî, akademiya jinan, koperatîfên ekolojîk û navendên ciwanan ên ku li dijî tiryakê hişmendiyê ava dikin, erkên sereke ne. Heke saziyên me nekaribin ciwanan ji bandora rêzefilmên qirêj biparêzin û modela jiyana azad pêşkêş bikin, wê demê sîstema serdest wê valahiyê tije bike.
Rêber Apo bi paradîgmaya xwe dibêje ku ‘hezar sal jî derbas bibe, dewlet nabe ya gel’. Ji ber vê yekê, çareserî ne ku li benda demokratîkbûna dewletê bimînin, çareserî di demokratîkbûna civakê bixwe de ye. Ev perspektîf ji me re dibêje ku em ê li dijî nijadperestiyê bi Neteweya Demokratîk, li dijî talana xwezayê ekolojiyê û li dijî rizandina exlaqî bi azadiya jinan têkoşînê bilind bikin.
Di encamê de, parastina civakî ya li bakurê Kurdistanê îro ji her demê zêdetir hewceyî vegereke radîkal a ser nirxên xwe yên cewherî ye. Divê her malek bibe dibistaneke ziman, her taxek bibe mecliseke biryardayînê û her ciwanek bibe parêzvanê exlaqê civakî. Tenê bi vî awayî em dikarin projeya dewletê ya civaka bêhiş pûç bikin û Kurdistaneke azad di hundirê civakeke birêxistinkirî de ava bikin. Bi kurtasî; li dijî her cure êrişên pergalî, bersiva herî xurt Jiyana Komunal û Polîtîkbûna Civakê ye. Di hîmê bingehîn ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jî ev heye. Lewma her kesê/a ku ji van nirxan bawer dike û diparêze divê dest bi têkoşîneke pir-alî û berfireh bike.


