Pervîn Yûsûf: Têkoşîna me têkoşînek pîroz e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke wekhev Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Di hevdîtina xwe ya vê dawiyê de jî xwest ku jin Konfederalizma Demokratîk a Jinan pêş bixin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke wekhev Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Di hevdîtina xwe ya vê dawiyê de jî xwest ku jin Konfederalizma Demokratîk a Jinan pêş bixin.
Em der barê konfederalîzma demokratîk bi hevseroka PYDê Pervîn Yûsûf re axivîn.
*Konfederalîzma Demokratîk a Jinan çiye û Rêberê Gelê Kurd çima ewqas li ser vê mijarê disekine?
Ji ber ku gelê kurd demeke dirêj e di nav netew-dewletan de zehmetiyan dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan fikra konfederalîzma demokratîk a jinan pêş xist. Êş û zehmetiyên ku jin dikşînin ji kurdbûn, erebbûn an jî tirkbûnê wêdetir in. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe divê weke yek netew tevbigerin, yekitiya xwe û saziyên xwe ava bikin. Jin tenê dikarin bi hevgirtinê pergaleke bidin avakirin da ku karibin li dijî pergala olperest, netewperest û mêrperest bi ser bikevin. Ji bo wê em gelek girîngî didin çareseriya pirsgirêkên civakî û aloziya siyasî. Ji bo wê jî konfederalîzma demokratîk a jinan pergalek ku jin karibin bi îrade, hebûn, îmkan û derfetên xwe xwe bi rê ve bibe û bikaribe pêşengtiya hemcinsên xwe û civaka xwe bike. Ji ber wê jî konfederalizm ew e ku em ji kîjan netew, ziman, ol an jî erdnîhariyê bin karibin yekitiya xwe ava bikin.
Dema ku civakekî azad be, civakekî ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe ew civak dê di bin sîstema desthilatdariyê mêrperest a ku hebûna civakê tune dihesibîne de nînbe. Desthilatdariya mêrperest îmkan û derfetan tenê ji bo hin şexsan daye avakirin. Dema civak yekitiya xwe ava bike dê nehêle ev pergal li ser serweriyê bike, civaka hevgirtî dê rê nede ku civakên din jî werin çewisandin. Ji bo wê jî Rêber Apo teqez dike ku civakek azad konfederalîzmek esas e. Ji bo wê dema ku îtifaqa civakê bi hevdû re were çêkirin wê civak li hemberî civakek din qirkirinê, tunekirin û asîmîlekirinê nede meşandin. Berovajiyê vê tiştên ku ji bo xwe dixwaze dê ji bo neteweyên kêleka xwe jî bixwaze.
*Civak di nav vê pergalê de çawa dikare tev li xwe birêvebirinê bibe?
Ew civaka ku di pêşengtiya jina azad û ferdê azad de bikaribe jiyan bike dê bibe civakek azad. Em di civaka konfedaralîst de hewl didin çi çawa tê jiyan kirin û her ferdekê çawa dibe ji bo civakê û civak jî çawa dibe ji bo ferd, saz bikin. Em bi hevre çawa bikaribin pirsgirêkên xwe, biryarên xwe, zehmetiyên jiyanê, şer û pevçûnên ku tên jiyîn çareser bikin. Dema civak bikaribe parastin û hêza xwe bike yek ew civak bi rastî ji bo çarenûsa xwe û pêşeroja xwe jî dê kedekê mezin bide.
Dê civak azad li ser kedê were avakirin, li ser hevgirtinê, hezkirinê û li ser baweriyê were avakirin. Ne civakeke li ser keda civakên din xwe bide jiyankirin an jî li ser berjewendiyên xwe bibe esas û berjewendiyên civakê din dê tune bike. Civaka konfederalîzma demokratîk ew civaka ku yek e, hevgirtî ye û desthilatdarî dê nikaribe wan ji hevdû parçe bike. Bi hevre fikrîn û bi hev re parastin, meşandina aboriyê û bi hev re pêşeroja xwe diyarkirin dikare di civakek rengoreng de civakekî hevgirtî de dê xwe bide jiyankirin.
*Netew û baweriyên cuda çawa tên parastin?
Yên ku xwe li ser netewperestiyê dane jiyankirin hertim kuştin, talankirin û komkujiyan li ser neteweyên din dane jiyankirin. Li Tirkiyeyê komkujiyên mezin li ser ermeniyan, aşûriyan, kurdan û hwd. hatine meşandin. Desthilatdarî bi sedsalan e vê zihniyetê dide meşandin lê bi xwe re aramî nedaye çêkirin. Hertim sîstemek yek reng hatiye pêşxistin. Li ser gelan şer û pevçûn û tunekirin hat meşandin lê doza wî gelê tunebû. Ji bo wê dema ku ol û netewên heyî hevdû qebûl bikin, bi hev re wek taybetmendiyên her netewekê her olekî her ayînek û çandekî qebûl bikin dê civak azad bibe.
Cudabûna netewek ji bo ya din ne metirsî ye. Yanî hebûna kurdan li ser tirkan an jî li ser ereban metirsiyê ava nake. Ew mezayîka ku li ser erdnigariya Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Kurdistanê encax dikare bi sîstema konfederalîzma demokratîk were parastin. Ji bo wê divê hemû netew hevdû qebûl bikin. Neteweya min neteweya kesek din xira nake an jî tune nake yan jî ola min olek din tune nake her rengekî her olekî her çandekî dewlemendiyek e. Ji bo vê axê dema ku em li vê rengê binêrin em ê di nav xwe de bi heskirin nêzikî hev bibin. Lê belê ez bêjim netewa min tenê heye dîrok ya min e pêşeroj ya min e nabe. Ev hişmendiya yekreng bi xwe re kuştin û şerê demdirêje aniye. Em karin bi ev tecrûbeya xwe azmûna salên dirêj salên ku bi xwînê hatiye avakirin em rê li pêşiya wê bigirin. Encax bi azadî û bi hebûna pêkhate bi hev re bikaribin jiyan bikin bikaribin pêşerojeke nû ji xwe re diyar bikin û hevdû qebûl bikin. Dema ku di nav qebûlkirinê de be gel bihev re dikare jiyan bike ji ber ku di dîrokê de van gelan bihev re parastin kiriye bihev re şaristaniyê daye avakirin. Zimanê kurdî çiqas dewlemend be zimanê erebî jî dewlemend e. Çandek, hebûnek, zimanek sûryanan jî heye. Hebûnek, zanînek, dîrokek û mîrateyek her neteweyê


