Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole
Tirkiye di navbera rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de, bi kûrahiya 7 metreyan xendekê dikole.

Artêşa Tirkiyeyeyê li di navbera rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de dest bi kolandina xendekên kurahiya 7 metre ne, kir. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di navbera navçeya Cizîrê ya Şirnex û bajaroka Endîwerê yê rojavayê Kurdistanê makîneyên kar dest bi kokandina xendekan kirine. Hat dîtin ku kesên makîneyên kar dixebitînin cil û bergên leşkerî li xwe kirine.
Li gor agahiyên nûçeyê Wezareta Parastinê ji hemû waliyên bajarên ser sînor re giştîname şandiye û ji wan xwestiye ku ji bo li ser sînor xendekan çêbikin îhaleyan amade bikin û dest bi kolandina xendekan bikin.
Xendekên ku di navbera Cizîr û Endîwerî de tên kolandin ji Cizîrê jî xuya dikin.


