Tiştanok (mamik)

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî me ku bi dilê we be.

1 deqe xwendin
Tiştanok (mamik)

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî me ku bi dilê we be. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe re tiştên li ba xwe binvîsin û ji me re rêkin E-maila rojnameyê da ku em wan jî biweşînin.

1-Tiştek min heye

Çix belanokê

Bazda pêşiya bûkê

De bêjin ew çi ye?“

2-Tiştek min heye

Ço kero

Hefsar zero

Li dû min wero

3-Tiştek heye

Li çolê şîne

Li sûkê reş e

Li malê sor e

Çavkanî: Mamikên Botanê

berhevkar: Rênas Xendekî û Dildar Botî

Bersiv: 1 - Fîşek, gule 2 - Banger, gundor 3 - Çayê