Tiştanok (mamik)

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî me ku bi dilê we be.

1 deqe xwendin
Tiştanok (mamik)

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî me ku bi dilê we be. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin E-maila rojnameyê da ku em wan jî biweşînin.

1-Tiştek min heye

Çûme çolê çol beyarkî

Heft dûv li pey beranekî

De bêjin ew çi ye?“

2-Tiştek min heye

Ez çûme êş

Ezabek hate pêş

Bi heşt lingan

Ji xeynî kelêş

Çavkanî: Mamikên Botanê

Berhevkar: Rênas Xendekî û Dildar Botî

Bersiv: 1-Lema Zebaşan, 2-Kevjal