Tiştek şûna dengbêjên me nagire
Mêvanê me yê vê hejmarê hunermendekî navdar ê xwedî dengekî zêrîn e ku ji salên 85’an bi deng, stranên û bi sekn û helwesta xwe her tim di dilê gel de dijî.

Mêvanê me yê vê hejmarê hunermendekî navdar ê xwedî dengekî zêrîn e ku ji salên 85’an bi deng, stranên û bi sekn û helwesta xwe her tim di dilê gel de dijî. Me xwest, vê hejmarê hunermend Xelîl Xemgîn bikin mêvanê we û çend pirsan jê bikin da ku dilê hezkiriyên wî yên ji zû ve ye li benda wî ne xweş bibe.
Kengê têkiliya te û muzîkê bi hev re çêbû, tu dikarî ji kerema xwe behsa wan rojan bikî; bandora malbatê û bandora radyoya Bexda û Erîvanê û hunermendên wê demê bikî?
Êvarê dema ku seat dibû 4 radyoya Kirmanşanê û ya Erîvanê derdiketin. Helbest û stranên radyoya Kermanşanê hê jî di guhê min de ne. Radyoya Erîvanê pişt re navdar bû. Li dû wan jî radyoya Bexdayê derket. Min stranên ku di radyoya Kirmaşanê de derdiketin yek bi yek ji ber kiribûn. Seat di 4’an de rûspiyên gund li ber dara di hewşa me de, li hev kom dibûn. Ku radyoyê parazît bikira tev aciz dibûn. Bavê min bi xwejî di dawet û şînan de stran digotin. Pir yekî dilgeş bû di vî alî de bandora wî gelek li ser min hebû.
Li herêma me dengbêjên resen hebûn. Pirî wan çûn ber dilovaniya xwe. Yê herî dawî jî Bavê Seleh bû. Zêdetir navê malbata Mala Evdê Naza di dengbêjiyê de hebû. Hê jî li ser kevneşopiya xwe ne. Ji radyoyan bêhtir, di zaroktiya xwe de aşiqê dengê Hesenê Cizîrî û Meryemxanê bûm. Ev her du deng, ji bo min pir cuda bûn.
Tu dikarî ji kerema xwe behsa pêvajo û tevlêbûna xwe ya Koma Berxwedan bikî?
Di sala 1984’an de şehîd Sefqan, Şehîd Mizgîn, Celal Ercan kom ava kirin. Wê demê ez hê nehatibûm Ewropayê. Yanî di avakirina Koma Berxwedan de tunebûm. Wê demê li Erebistanê wek karkerekî dixebitîm. Lê peywendiya min di sala 1978’an de bi alî wê yê rêxistinî re hebû. Ez di sala 1985’an de hatim Ewropayê. Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd ez hatim vir û tev li înşakirina Koma Berxwedanê bûm. Demek dirêj e ji bo wê dixebitin. Herî zêde me di wan salan de van xebatên çandê kir ku bandor li welat, civak û vî miletî kiriye kir. Niha sazî û sazîgerî zehf in lê wan bandora xwe ji xebatên me girtiye. Min Celal Ercan nedît, ji ber ku ew vegeriyabû welat û şehîd ketibû. Ez bi Şehîd Mizgîn re heya salên 1988’an xebitîm. Ciwanên ku ji welat îltica dikirin dihatin xebatên me didîtin û tev li xebatên me yên şano, govend û koroyê dibûn. Şehîd Kasim Engîn jî endamê saziya me bû. Ne endamê Koma Berxwedan bû lê berpirsiyarê şaxê Fankfurtê bû.
Ji derveyî xebatên te yên di Koma Berxwedan de, te gelek albûm derxistine. Bi giştî tu dikarî behsa awaz û gotinan bikî, piranî gotin ên kê ne, çawa hatine hilbijartin û awazên stranên ku te gotine piranî kê amade kirine?
Navê albûmên ku min derxistine wiha ne: Bagok (1988), Ey Şehîd (1992), Name (1996), Zend(2004) û Ax (2008). Ji 2008’an vir ve min albûm çênekiriye. Stranên min ên di nav albûmênhevalan de di albûmên Koma Berxwedan de jî hene. Bêhtir qabiliyeteke min a hunerî heye di alî gotin, huner û çêkirina muzîkê de. Tecrûbeya ku min ji stîlên Mihemed Şêxo girtine hene, wan bandor li min kiriye. Pişt re têgihiştina aliyê civakî , siyasî û felsefî jî hene. Mirov dixwaze wan biparêze, bi pêş bixe. Ji berê de ez wisa difikirim, dibêjim ku tiştek çêbikim bila tiştek baş be mayinde be, ne yê xerckirinê be. Min di sala 1976’an de straneke bi navê ‘Rewşa mala’ nivîsand lê heya niha min nekiriye nav albûmên xwe. Niha li ser wê strana xwe dixebitim. Têgihiştina min, hezkirina min ji edebiyatê re heye. Bi taybetî jî Seydayê Cegerxwîn diecibînim û min gelek helbestên wî ji ber kirine. Min dizanibû ku kîjan helbesta wî di kîjan dîwanê de heta di kîjan rûpelê de bû. Ji bo min şensek bû ku min seydayê Cegerxwîn di sala 1976’an de li Helebê dît. Min jê re helbesteke wî xwend û min aferinek jê girt.
Ez helbestvan nîn im lê hezkirina min tim jê re heye, ji ber vê dema ku tiştek dinivîsim hewl didim ku baş be. Min tim hewl da ku tiştek ji bo piyasê nenivîsim lê bêguman kêmasî jî hene. Min di salên 80’yî de xortekî bi navê Kesra nas kir.
Naskirina wî salek dewam kir û ew bi qezayekê jiyan xwe ji dest da. Bandora helbestên wî gelek li ser min çêbû. Min dema ku helbestên wî xortî xwendin, min got li ser klasîkên me tiştên nû tên çêkirin.
Bi nasîna wî min dît ku çawa mirov dikare helbesta bike stran. Ez pişt re tim li kesek wisa geriyam paşê min Hekîm Sefqan nas kir. Belkî we jî ferq kiribe piraniya gotinên stranên min jê yên Hekîm Sefqan in. Ji sala 1990’î ve em bi hev re ne. Em bi hev re dixebitin, kar dikin jiyana me têkiliyên me tim di nav hev de ne. Hekîm ji bo min cuda ye. Ew dizane ez çi dixwazim di stranekê de, di muzîkekî de çi derbas dibe ez jî bi wî dizanim.
Tiştek ku li dewsa klasîkên me û dengbêjên me bigire tune. Di awazên ku min çêkirine de jî gelek kêmasî hene. Lê tişta herî kambax û xerab a ku min diêşîne ew e ku min stranên gelêrî


