Tofaneke bê Nûh: Heskîf
Anna Ellermets û Lou-Poko Savadogo li Parîsê dijîn û dixebitin, xwendekarên dibistana avahîsaziyê ne, ew di xebata xwe ya bi navê " A. Floating G.A.P.

Anna Ellermets û Lou-Poko Savadogo li Parîsê dijîn û dixebitin, xwendekarên dibistana avahîsaziyê ne, ew di xebata xwe ya bi navê " A. Floating G.A.P." de, li Heskîfê li ser têkiliyên di navbera bîr û veguhastina avahiyan de dixebitin.
Navê vê axa niha perçe dibe, Mezopotamya kevnar e, bi yewnanî Meso "di navbera" û Potamós "çem", tê wateya welatê "di navbera çem" de. Mezopotamya dergûşa xewn û xeyalên me ye, çemên Dîcle û Firatê axa Mezopotamya û çîrokên wê yên mîtolojîk bi hev re kedî dike, di heman demê de jî bi pêlikên xwe yên zexm vê axê diparêze. Tiştê me li başûrê rojhilata Tirkiyeyê dît çemên “dîl’’ girtî ne. Pêkanîna bendavan li ser Dîcle û Firat ji hêla hikûmetê ve wek Projeya Mezin a Anatoliyayê ( G.A.P.) ji 22 bendavên pêk tên û xetereya zêdebûna avê çêdikin. Bi girtina avê re, bi sedan gund di bin avê de dimînin û ev jî dibe sedema binavbûna bermayiyên şaristaniyên kurd, ermen, keldan, grek û asûr...
Em vê binavbûna şaristaniyê dişibînin çîroka herî kevnar a mirovahiyê ku navê wê tofana Nûh e. Xebata li ser vê projeyê şahidiya mekanîzmayên dewleta neteweya-tirk dike.
Dema em li çîroka neteweya mezin a Tirkiyeyê dimeyzînin, înkarkirin û qetilkirina cihên amblematîk, çandên hûrgelan û wendakirina çîrokên hevpar ên şaristaniyê dibînin. "Edî tenê dema mîtolojîk di rojên peş de mumkun e " ji bo wê jî em hîs dikin ku hewceyî bi cihekî ji bo ragihandinê heye. Li Floréal Belleville, me pêşengehek vekir. Ji bo em û hûn xeyalên xwe parve bikin, têkevin nav keştiyê û bîranîna van civakên me bi wan re hevdîtin çêkirine bi hev re bivejînin. " Ji bo projeya "A. Floating G.A.P.", em bi hunermend, muzîsyen, şanoger û rojnameger re hevkariyê dikin.
Li gel Aram Taştekîn
Em bi Aram re li mala nivîskaran a Parîsê hatin cem hev. Aram lîstikvanek e, piştî hevdîtina me ya duyem em bûn şahidê hezkirina wî ya çîrokan û çîroka wî. Aram çîrokbêjek e, ew çîroka xwe dilîze, wê di provayan de diguherîne û bi awakî hosteyî cewhera wê diparêze.
Aram niha bi Peter Brook re li ser lîstika “La Tempête”( Tofan ) ya Shakespeare” dixebite.
Ev şanonameyeke ku derhêner bi salan ne wê diguherîne û me jî bi xwe re dike şahidê vê rêwîtiyê. Brook, ji me re li ser rezonansê diaxive, qala bandora tiştên di mêjiyê mirov de deng vedidin û bi awayekî rasterast nayên dîtin dike, li gel karakterê veşarî û vê tevliheviyê jî Brook bi awayekî hostayî derdixe holê û pêşberî me dike û nîşan dide ku çiqas bi bandor e.
Aram Taştekîn ( A.T) : Gundê me li qûntara çiyê ye. Li pişt gundê me çiya destpê dikin, hin newal û milên çem jî di gundê me de derbas dibin, ava wan bi helandina berfa biharê re zêde dibin. Dema ava çem zêde dibe em nikarin bi hêsanî li avê xin û derbasî hember bibin. Piştî demekê av di newalê de namîne, tenê ji bo pez hinek av di bin de dimîne ewqas. Lê tê bîra min dema em zarok bûn, derdora meha gulanê, dema hewa xweş dibû em diketin avê û me tê de avjenî dikir. Piştî demekê, ava newala ziwa bû û ev jî her tim ji min re dibûmeraq. Min digot herhal berf wek berê nabare û ev jî dibe sedema ziwabûna newalê. Dema ez zarok bûm tê bîra min berfeke pir dibariya. Lê min bi dîtina bendavê hezir kir ku berf diviya baş bariyabe. Ev tenê nêrîneke cuda ye, wexta ez zarok bûm, berf bi ser serê me diket, îro berf ber çavê me nakeve. Lê berf her tim dibare. Rast e, dema em bala xwe didinê ji 20 sal berê hindiktir dibare; lê ev bi tena serê xwe têra ravekirina nebûna avê nake. Ev dûrî aqilan bû. Dema av tunebe, ev qet li xweşa min naçe û ji dilê min nayê derkevim nav xwezayê. Ev çend sal in min dît ku di nav xwezayê de liv û tevgerek nîne, ev ne xweza ye. Ez dixwazim ku berf, baran, ba û bahoz hebe. Bi vî awayî ez ê bizanibim, hîs bikim ku xweza heye. Dema ez di xwezayê de tevgerekê nebînim , ji min re wer tê ku ez ne di bihuşt ne jî di dojehê de me. Ev rews ne di dojehê de ne jî di buhuştê de heye, di nav her du yan de ye, ez vîna wek rihê zivistanê li penabertiyê bi nav dikim. Bendavên di çarçoveya projeya GAP’ê de tên


